Vatîkan: Papa bi rêz û hezkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre

17-02-2024
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher got, “Birêz Papa bi rêz û hezkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre.”

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re jî hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar ku ku Barzanî û Paul Richard Gallagher behsa “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê, rewşa pêkhateyan û rewşa Xezeyê” kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Paul Richard Gallagher aniye zimên ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin.

Paul Richard Gallagher bal kişandiye ser pêkhateyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û pesnê rewşa wan a li Herêma Kurdistanê daye.

“Bi rêz û hezkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre”

Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê herwiha anî zimên, “Birêz Papa bi rêz û hezkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre.”

Nêçîrvan Barzanî jî silavên xwe ji Papa re şandine û ji bo piştgiriya ku dide Herêma Kurdistanê spasiya Vatîkanê kiriye.

 Nêçîrvan Barzanî jî amaje bi rewşa pêkhateyan daye û gotiye:

“Herêma Kurdistanê dê wekî her tim ji her kesî re bibe warê bihevrejiyan, hevqebûlkirin û xweşbîniyê.”

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron, du grûpên Parlamentoya Almanyayê û Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst