Ukrayna (Rûdaw) - Di nava hêzên Ukraynayê de nêzîkî 20 hezar Misilmanan hene û hinek ji wan dibêjin ku ew di nava şer de jî rojiyê digirin.
Seîd Îsmaîlov Misilmanekî Tatar e û li herêma Donetskê ya Ukraynayê ji dayîk bûye.
Dibêje ku ji 15 saliya xwe ve aramkera dilê wî tenê Quran e.
Ew berê muftî bûye lê piştî destpêkirina şer di nav refên artêşê de dest bi karên xwebexş kiriye.
Îsmaîlov niha ji bo wergirtina betlaneyeke kurt vegeriyaye Kiyevê û her êvarê li mizgeftê rojiya xwe dişikîne.
“Misilman li vir dicivin”
Seîd Îsmaîlov derbarê bicihkirina erkên xwe yên olî ji Rûdawê re got:
"Ez 13 salan muftî bûm, lewma bê guman her sal ez rojiyê digirim.
Ev çaremîn Remezan e ku em di nav şer de derbas dikin û rojiyê digirin.
Em li mizgeftê fitara xwe dixwin, nimêj dikin û pişt re terawîh hene.
Misilman li vir dicivin. Dema ku ez li eniya pêşîn a şer im zehmet derbas dibe. Bi roj em nikarin nimêj bikin çimkî tu di nav erkê şer de yî lê ez rojiyê digirim."
Wî derbarê hejmara Misilmanan di nav refên artêşa Ukraynayê da zanîn:
"Nêzîkî 20 hezar Misilmanan di nav hêzên Ukraynayê de ne.
Piraniya wan li eniyên pêşîn ên şer in û beşek ji wan di dema betlaneyê de li mizgeftê, nimêj dikin û fitarê dixwin."
Li Kiyevê 7 navendên taybet ên cuda yên Misilmanan hene, mezin û biçûk bi hev re beşdarî çalakiyên olî dibin.
Suhêl Efzel, yek ji Misilmanên Ukraynayê ye û serperiştê mizgeftê ye.
"Destpêka şer tenê 50 kes dihatin”
Suhêl diyar kir, hejmara kesên ku diçin mizgeftê zêde dibe û biland:
"Destpêka şer tenê 50 kes dihatin mizgeftê lê niha xelk zêdetir tê, her êvar em xwarinê ji bo 400 kesî amade dikin.
Beriya şer, li hewşa mizgeftê jî me amadehî ji bo hatina 1200 kesî dikir."
Piraniya Misilmanên Ukraynayê xelkê Qirim, Azerbeycan, Filistîn, Tacikistan, Ozbekistan û beşek ji welatên Ereban in ku piraniya wan li sînorê parêzgeha Kiyevê dijîn.
“Atmosfera mizgefta me bi dilê min e”
Amîne Kitêfan jineke Misilman e, wê diyar kir ku atmosfera mizgeftan guheriye û li pey çû:
"Bi rastî xweş e û atmosfera mizgefta me bi dilê min e.
Rast e ne wekî berê ye çimkî wekî berê gelek kes li wir nînin, li gorî berê kêmtir e çimkî xelkê welat terk kir lê em hewl didin ku atmosferê wekî berê bihêlin û ez hest dikim ku rewş ber bi başiyê ve diçe."
Heta beriya destpêkirina şer nêzîkî milyonek û 500 hezar Misilmanan li Ukraynayê dijiyan lê di sê salên şer de, piraniya wan Ukrayna terk kiriye.
#VÎDEO - Di nava hêzên Ukraynayê de 20 hezar Misilman hene
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 16, 2025
🎤 "Em di nava şer de jî rojiyê digirin" pic.twitter.com/K9p8pIAEM1
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse