Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Villachê yê Awisturyayê kesekî bi kêrê êrişî xelkê kir û kesek kuşt û 6 kes jî birîndar kirin.
Berdevkê Polîs Rainer Dionisio di daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re got ku kesekî biyanî li kuçeyê bi kêrê êrişî xelkê kiriye.
Dionisio ragihand ku êrişkar Sûriyeyiyekî xwedî destûra rûniştinê ye û heta niha ti dosyeya wî ya dadî nîne û piştî bûyerê yekser hatiye desteserkirin.
Dionisio diyar kir ku di êrişê de zarokekî 14 salî miriye û 6 kes jî bi awayên cuda birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku Rainer Dionisio dane, sedema êrişê heta niha ne zelal e.
Wî anî zimên ku lêpirsîneke kûr li ser bûyerê tê kirin û tê lêkolîn bê ma di navbera êrişkar û kesê kuştî de pêwendî heye yan na.
Dionisio diyar kir ku her wiha lêkolîn tê kirin bê ma êrişkar bi tenê ye yan hevkarên wî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse