Civînên Mesrûr Barzanî di sêyem roja Konferansa Munchenê de

16-02-2020

16:34

Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu civiyan

Civînên Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa Asayişê ya Munchenê de berdewam in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li li Munichenê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinek pêk anî. Mesrûr Barzanî diyar kir ku hevdîtina ligel Mevlut Çavuşoglu bi erênî derbas bûye.

Dîdar û civînên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di sêyem roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de li Almanyayê berdewam in.

Mesrûr Barzanî herî dawî ligel Mevlut Çavuşoglu civiya û di civînê de gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin kirin.

Piştî hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku civîna ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi erênî derbas bûye.

 

Zêdetir bixwîne

14:25

Mesrûr Barzanî: Me daxwaz kir mafên Kurdan li Sûriyê li ber çav bên girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku di civînên li gel berpirsên welatan de li Munchenê, wan daxwaz kiriye mafên gelê Kurd li Sûriyê bên parastin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê derbarê dîdar û kombûnên li gel serkirdeyên welatan de ji rojnamevanan re axivî.

Mesrûr Barzanî di wê axaftina xwe de amaje bi civînên li gel serkirdeyên welatan kir ku yek ji wan Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê bû û li ser pirsa peyamnêra Rûdawê ragihand ku wan di wê civînê de behs li ser hevkarî û piştiriya li gel Herêma Kurdistanê kir taybet jî di kerta enerjiyê de û tekez kir, “Wan jî gelek pê xweş bû ku girîngiyê bi peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bidin di kerta enerjiyê de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku di rojên pêş de ew dê behsên zêdetir bikin li ser vê mijarê û ragihand, “Amerîka dixwaze alîkariya kerta enerjiya Herêma Kurdistanê bike.”

Mesrûr Barzanî derbarê civînên li gel wezîrên derve û berevaniyê yên Amerîkayê de jî diyar kir ku  Amerîkayê peywendiyeke taybet li gel Iraqê heye û got, “Taybetmendiya Kurdistanê her tim ji aliyê  wan welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê ve li ber çav hatiye girtin. Îsal jî bi heman şêweyî girîngiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê didin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku welatên cîhanê rola Herêma Kurdistanê li navçeyê girîng dibînin û got, “Welatên cîhanê dostayetî û piştîvaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kirin.”

Derbarê xebatên pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî Mesrûr Barzanî got, “Pêwîst e di pêkanîna hikûmeta Iraqê de taybetmendiya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin.”

Mesrûr Barzanî li ser pirsa peyamnêra Rûdawê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî got, “Me daxwaz kir ku mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ber çav bên girtin û di her pêşhateke bo çareseriya pêşhateyan mafên Kurdan li ber çav bigirin.”

Herwiha li ser metirsiya serîlhildana DAIŞê ji nû ve li navçeyê, Mesrûr Barzanî got ku DAIŞ mijûl e ku xwebirêxistin bike û got, “DAIŞ metirsiyek cidî ye û kar bo xwerêkxistinê dike. Pêwîstî bi alîkariya hemû aliyan taybetî jî Amerîka û hêzên hevpeyman heye.”

Zêdetir bixwîne

12:25

Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civînek encam da.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di civînê de, “guftugo li ser guhertin û pêşhatên li Iraq û navçeyê hatin kirin û tekezî li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraqê û navçeyê hat kirin.”

Herwiha li gor heman daxuyaniyê, gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî hatin kirin û herdu alî hevra bûn, “li ser hebûna têkiliyên cîrantî yên baş li ser bingeha rêzgirtina ji hev.”

Her di wê civînê de nîqaş li ser pirsgirêk û astengiyên asayişa navçeyê hat kirin.

Zêdetir bixwîne

11:15

Konferansa Asayişê ya Munchenê îro bi dawî tê

Konferansa Asayişê ya Munchenê îro bi dawî tê

Konferansa Asayişê ya Munchenê îro bi encamdana hejmareke panel û dîdarên li ser aştiya Rojhilata Navîn, krîza Lîbyayê û hinek pirsên têkildar bi Ewropa û cîhanê, bi dawî tê.

Di 56mîn Konferansa Asayişê ya Munchenê de ku roja 14ê vê mehê dest pê kir, nêzikî 500 serok, serokwezîr, wezîrên derve û berevaniyê yên welatan, dîplomatkar û kesayetiyên din ên cîhanî tê debeşdar in û li ser mijarên ciyawaz gotarên xwe pêşkêş dikin.

Aloziya li Kendavê, vîrusa Koronayê, krîza Lîbyayê, şerê li Idlibê, êriş û metirsiyên elektironîkî, ji diyartirîn mijarên vê konferansê ne.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di Konferansa Asayişê ya Munchenê de beşdar e û dîdar û civînên li gel serkirdeyên welatan berdewam dike.

Mesrûr Barzanî di roja yekem a konferansê de li gel van serkirdeyên welatan civiya;

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer

Serokwezîrê Bulgaryayê Boyko Borîsov

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette

Di duyem roja konferansê de serkirdeyên ku Mesrûr Barzanî li gel kom bû;

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte

Serokwezîrê Kiwêtê Şêx Sebah Xalid Hemed Elsebah

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elhekîm

Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebu Elxeys

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Elsifdî

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham

Şandeke parlamentoya Almanyayê

Zêdetir bixwîne

09:49

Civînên Mesrûr Barzanî di sêyem roja Konferansa Munchenê de

Civînên Mesrûr Barzanî li Munchenê di roja sêyem de jî berdewam in

Dîdar û civînên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di sêyem roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de li Almanyayê berdewam in.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dê li gel van berpirs û serkirdeyên welatan kom bibe;

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Şandeke Partiya Kesk a Almanî

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Mark Sediul

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Nîls Anin

Zêdetir bixwîne