Hewlêr (Rûdaw) – Recep Tayyîp Erdogan çû Azerbeycanê û Aliyev, hefteya borî tevlî Civîna Bilind a Teşkîlata Dewletên Tirkan ku li Enqereyê hatibû lidarxistin nebûbû.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku bi Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re bicive çû Azerbeycanê.
Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan, li Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzûliyê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û hevjîna wî Mîhrîban Aliyevayê ve hatin pêşwazîkirin.
Erdogan û hevjîna wî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Serokkomar Akîf Çagatay Kiliç, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Pêwendiyên bi Dewletên Tirkan re Kurşad Zorlu û Serokê Konseya Rûspiyan a Teşkîlata Dewletên Tirkan (TDT) Bînalî Yildirim jî di şandeyê de cih girtin.
Hevdîtina dualî dê bê kirin
Hat ragihandin ku her du serkirde dê di hevdîtinê de hevkariya di navbera Tirkiye û Azerbeycanê de ji aliyên cuda ve binirxînin, her wiha dê li ser pêşhatên herêmî jî şêwirînê bikin.
Di hefteyên borî de aloziya di navbera her du welatan de bilind bûbû.
Li Azerbeycanê piştî rêziknameyên hikûmetê yên li ser hîcabê li qadên giştî, daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Oktay Saralê ku gotibû, “Astengkirina mafê perwerdeyê yê xwendekarên bi hîcabê li Azerbeycanê nayê qebûlkirin. Di vê serdemê de divê rûdan bi hişmendiyeke wiha tune be” rageşî zêdetir kiribû û pişt re Saral ji erkê xwe hatibû dûrxistin.
Wekî herî dawî jî, Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev tevlî Civîna Bilind a Teşkîlata Dewletên Tirkan ku 29-30yê Çiriya Pêşîn li Enqereyê hatibû lidarxistin, nebûbû.
Erdogan, li ser vexwendina Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev çû Qerebaxê.
.webp&w=3840&q=75)

