Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn, Steve Witkoff, diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di Şerê Rûsya û Ukraynayê de "aştiyeke mayînde" dixwaze.
Steve Witkoff, ji Fox TVyê ya Amerîkî re li ser hevdîtina xwe ya 5 saetî ya bi Putin re ku 12ê Nîsanê li bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê pêk hatibû, axivî.
Witkoff diyar kir ku hevdîtin "zehmet" bû û got, "Daxwaza Putin ew e ku aştiyeke mayînde were dabînkirin."
Her wiha Witkoff destnîşan kir ku peymaneke aştiyê ya muhtemel dê ne tenê agirbestê li pênc herêman pêk bîne, di heman demê de devjêberdana endamtiya Ukraynayê ya NATOyê dê bazirganiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî zêde bike.
Herêmên dagirkirî di rojevê de ne
Herêmên ku Witkoff behsa wan kir, Kirima ku Rûsyayê sala 2014an dagir kiribû, her wiha herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporîjya ku Rûsyayê piştî şerê 2022yan îlan kiribû ku wan dagir kiriye, li xwe dihewînin.
Dan û standinên li ser çekên nukleerî yên bi Îranê re berdewam in
Witkoff her wiha behsa danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de ku li Umanê berdewam dikin jî kir.
Nûnerê Taybet ê Trump destnîşan kir ku dan û standin ne ji bo ku bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî bê rawestandin, lê ji bo kêmkirina asta zengînkirina ûranyûmê tên meşandin.
Witkoff tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêjeya zengînkirina ûranyûmê ya Îranê bi ji sedî 3,67 were sînordarkirin û got ku ew hêvî dikin ku ev pêvajo bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin.
Lê Witkoff, wiha axivî, "Eger em vê pêk neynin, dibe ku em neçar bimînin ku em alternatîfan binirxînin ku dê ji bo ti kesî ne baş bin."
Serokê Amerîkayê Trump, di daxuyaniya xwe ya 30ê Adarê de hişyarî dabû ku eger Îran dev ji bernameya xwe ya hilberîna çekên nukleerî bernede, ew dikarin wê "bi awayekî ku wan heta niha nedîtî bombebaran bikin."
Trump sala 2018an Amerîka ji peymanê nukleerî bi awayekî yekalî vekişandibû.
Meha borî hat ragihandin ku birêvebiriya Trump nameyekê ji Rêberê Îranê Elî Xamineyî re şandibû û tê de daxwaza danûstandinên rasterast ên nukleerî kiriye, piştî vê têkiliyê danûstandinên nerasterast li Umanê dest pê kirine. Tê payîn ku alî dê 19ê Nîsanê dîsa bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse