Hewlêr (Rûdaw) - Guhertina kabîneyê ya ku Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz plan dikir, rastî astengiyeke neçaverêkirî hat û veguherî krîzekê.
Dihat plankirin Wezîrê Veguhastinê Patrick Schnieder ji peywirê were girtin, siyasetmedarê Partiya Yekitiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU) Fritz Güntzler şûna wî bigirê lê wî di kêliya dawî de erk red kir.
Ev rûdanan di nav hikûmetê de bûn sedema nîqaşan.
Lê belê Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Xirîstiyanan (CSU) Markus Soder diyar kir ku pêwîstî bi dilgiraniyê nîne ku hevpeymana hikûmeta koalîsyonê ye.
Li gorî nûçeya ANKAyê Soder got, "Dê her tişt têkeve rêya xwe. Hikûmet karê xwe didomîne. Hefteya pêşiya me dê ev pêvajo temam bibe."
Wezîra Lêkolînan Dorothee Bar jî destnîşan kir ku hikûmet xwedî aramî ye.
Dorothee Barê anî zimên ku dema ji derve mirov lê dinêre, rewş ji ya heyî dramatîktir xuya dike.
Barê diyar kir ku, wekî ku Serokwezîr jî eşkere kiriye, dê di rojên pêşiya me de pirsgirêk were çareserkirin.
Rexneyên li ser Merz zêde dibin
Li aliyê din, guhertina kabîneyê ji ya ku dihat payîn zehmettir bûye.
Ji ber vê yekê, tê gotin ku di nava Partiyên Yekitiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) de rexneyên li ser Serokwezîr Friedrich Merz zêde bûne.



