Biden û Sûdanî li Koşka Spî civiyan

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Joe Biden Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku welatî wî pabendê parastina hêz û hevkarên wan ên li Îraqê ne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên welatê xwe li Washingtonê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re, li Koşka Spî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden jî civiya.

Joe Biden berî civînê got, “Ji bo tinekirina DAIŞê em bi hev re xebitîn."

Biden spasiyên xwe pêşkêşî Sûdanî kir û got:“Sûdanî bala xwe daye ser aborî û serxwebûna Îraqê. Em dixwazin îro zêdetir li ser vê mijarê biaxivin.

Hevpariya me, ji bo welatên me, Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e."

Biden wiha axivî:

"Birzêz Serokwezîr (Mihemed Şiya Sûdanî) bi xêr hatî Koşka Spî, berî ku em dest pê bikin, dixwazim behsa hinek ji wan bûyeran bikim ku li Rojhilata Navîn çêdibin.

Wekî hûn agahdarin Îranê êrişeke asmanî bir ser Îsraîlê ku berê tiştekî wiha çênebibû.

Me jî hewldana xwe ya leşkerî ya bêmînak ji bo parastina Îsraîlê da, me bi hev re li gel hevbeşên xwe ew êriş têk bir.

‘Amerîka pabendî parastina ewlehiya Îsraîlê ye’

Amerîka pabendî parastina ewlehiya Îsraîlê ye, em pabendî ragihandina agirbestekê ne ku dîlgirtiyan vegerîne mal û rê li belavbûna wan aloziyan bigire ku niha heye.

Em herwiha pabendî parastina ewlehiya karmend û personel û hevbeşên xwe ne.

Hevbeşiya (şirîkatiya) navbera Îraq û Amerîkayê girîng e, me di dehsalên borî de dît dema ku leşkerên me mil bi milê hev kar ji bo têkbirina DAIŞê kir.

Me ew di çarçoveya Peymana Stratejîk a navbera xwe de dît.

Herwiha birêz Serokwezîr, ez dixwazim spasiya te bikim ji bo balkişandina li ser aboriya Îraqê û serxwebûna enerjiyê.

‘Hevbeşiya me girîng e’

Ew heman ev armanc e ku îro me bi we re parve kir û paşê em gotûbêjê li ser bikin.

Birêz Serokwezîr, dîsa spas ji bo hatina we.

Hevbeşiya me ji bo gelên me, ji bo Rojhilata Navîn û ez difikirim ji bo cîhanê jî giring e."

“Me bi hev re şer kir û em bi ser ketin”

Li aliyê din, Mihemed Şiya Sûdanî jî amaje bi wê yekê kir ku wê serdana wî girîngiya xwe heye û got:

“Ev serdan girîng û dîrokî ye. Rewşa navxweyî ya Îraqê tê guherîn û pêş diçe.

Ez hêvî dikin pêwendiyên Îraqê bi taybetî li gel Amerîkayê bigihînin asteke bilindtir û pêşketîtir.

"Şerê bi DAIŞê re wiha kir ku pêwendiyên me bihêztir bibin. Me bi hev re şer kir û em bi ser ketin.

Hikûmeta Îraqê rijd e ji bo bicihkirina rêkeftina stratîjîk.”

Sûdanî herwiha spasiya Biden kir ku di demeke gelekî hestiyar de ew vexwendiye Washingtonê.

Serokwezîrê Îraqê herwiha da zanîn ku ew li gel Amerîka li pey pêşxistin û berdewamiya hevkariyê ne û got:

“Em dixwazin pêwendiyên xwe li ser bingehên aborî, siyasî û çandî ava bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst