Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê bi mezinahiya 7,5 û 7,2 pileyan du erdhejên mezin çêbûn. Erdhej bi navbera 39 çirkeyan li pey hev rû dan.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyaniyek da.
USGSyê ragihand ku li Venezuelayê du erdhej li pey hev çêbûne. Di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hene.
USGSyê pêşî mezinahiya erdhejê wekî 7,1 ragihandibû lê piştre ev zanyarî nû kir.
Li gorî zanyariyan, erdheja yekem bi hêza 7,5 pileyan li başûrrojhilatê bajarê Yumareyê yê parêzgeha Yaracuyê çêbûye.
Erdheja duyem jî bi hêza 7,2 pileyan li bakurê rojhilatê bajarê San Felipeyê yê heman parêzgehê rû daye.
Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre ye.
Înternet qut bûye
Medyaya Venezuelayê jî ragihand ku gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihên ku avahî lê hilweşiyane.
Di nûçeyan de hat gotin ku li hinek bajaran binesaziya înternetê qut bûye. Ji ber vê yekê zanyariyên zelal ên li ser ziyanên canî û madî nînin.
Hinek avahî hilweşiyan
Wezîrê Karên Navxwe yê Venezuelayê Diosdado Cabello li ser karesatê daxuyaniyek da.
Cabello got, "Bûyereke sîsmîk çêbûye. Her tişt nîşan dide ku mezinahiya erdhejê ji 7 pileyan gelekî zêdetir e."
Cabello da zanîn ku erdhej li parêzgehên Trujillo, Yaracuy, Carabobo, Aragua, Miranda, Karakas û La Guairayê bi awayekî tund hatiye hîskirin.
Wezîrê Karên Navxwe diyar kir ku li Karakasa paytext hinek avahî hilweşiyane.
Her wiha banê Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetiayê jî herifiye û hemû firîn hatine betalkirin.
Cabello ji ber metirsiya erdhejên paşekî hişyarî da welatiyan. Wî xwest ku welatî nekevin malên xwe û li derve bimînin.
Heta niha li ser hejmara birîndar û miriyan ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.



