Blinken: Me bi Sûdanî re hevdîtineke baş kir

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Mihemed Şiya Sûdanî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wan îro hevdîtineke baş bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir.

Blinken herwiha da zanîn ku Sûdanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden jî dê bicivin.

Mihemed Şiya Sûdanî roja şemiyê bi şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên Îraqî re çû Washingtonê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku wan îro li Washingtonê hevdîtineke berhemdar û baş li gel Sûdanî pêk anî.

“Me civîneke gelekî baş bi Serokwezîrê Îraqê re kir”

Derbarê civînê Blinken got:

“Em bi pêşwazîkirina dostên xwe yên Îraqî li Washingtonê dilxweş in.

Me civîneke gelekî baş bi Serokwezîrê Îraqê re kir.

Hemû tiştên ku îro tên dîtin girîngî û nirxê pêwendiya navbera Amerîka û Îraqê nîşan didin.

Me di civînê de behsa mijarên wekî enerjî, petrol, ewlehî, demokrasî, serweriya qanûnê, avhewa û avê kir.”

“Amerîkayê xwastekeke zêde li ser weberhênanê li nav Îraqê heye”

Blinken herwiha da zanîn ku welatî wî xwastekeke zêde li ser weberhênanê li nav Îraqê heye û got:

“Sektora taybet a Amerîkayê bi vê mijarê re eleqeder dibe. Hinek serkeftinên Îraqê bi saya danûstandinên me çêbûn.

Armanca me ew e ku di pêwendiyên me de zêdetir pêşveçûn çêbibin.”

Sûdanî û Biden dê bicivin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê herwiha eşkere kir ku Sûdanî dê îro li Koşka Spî bi Joe Biden re jî bicive.

Herwiha biryar e Sûdanî li gel, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Şêwirmendê Encûmena Ewlehiyê ya Amerîkayê, Odeya Bazirganiya Amerîkayê, berpirsên kompanyayên petrol û pîşesaziyê yên Amerîkayê bicive.

Cara yekem e ku Sûdanî wekî Serokwezîrê Îraqê Amerîkayê ziyaret dike.

Sûdanî berî ku ber bi Washingtonê ve bi rê bikeve gotarek pêşkêş kiribû.

Sûdanî ragihandibû ku yek ji armancên serdana wî ya Amerîkayê ragihandina bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya Îraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst