Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, "Konferansa Federasyona Nivîskarên Kurdistanê ya Diyasporayê" ya yekemîn tê lidarxistin" li di bin navê "Kongreya Hejar Mukriyanî" tê lidarxistin.
Kongre bi amadebûna 126 nivîskar û wêjevanên Kurd ên li welatên Ewropa, Amerîka, Kanada û welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê tê lidarxistin.
Fikira damezirandinê vedigere 2023yan
Nivîskar û Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Sidîq Şernexî li ser konferansê ji bernameya "Diyaspora"yê ya Rûdawê re axivî.
Sidîq Şernexî ragihand, "Zêdetirî 150 nivîskarên Kurd ên li diyasporayê endamên vê federasyonê ne.
Di vê konferansê de dê 126 endam bi awayekî rasterast beşdar bibin."
Sidîq Şernexî da zanîn ku fikira damezirandina vê federasyonê vedigere sala 2023yan û got:
"Wê demê bi fermana Serok Mesûd Barzanî biryara avakirina navendeke serbixwe ya ji bo komkirina nivîskarên Kurd ên li diyasporayê hat dayîn."
Şernexî her wiha diyar kir ku hilbijartina navê "Mamoste Hejar Mukriyanî" ji bo konferansê xwedî nirxekî sembolîk û dîrokî ye.
Li gorî Şernexî, ev nav hatiye hilbijartin çimkî beşeke mezin a jiyan û berhemên wêjeyî yên wî rewşenbîrê mezin ê Kurd li xerîbiyê hatine afirandin.
"Pêwîstiyeke stratejîk û çandî ye"
Nivîskar û beşdarbûya kongreyê Derya Xoşnawê li ser armanc û pêwîstiya damezirandina federasyonê axivî û got:
"Hebûna federasyoneke taybet bi nivîskaran li diyasporayê pêwîstiyeke stratejîk û çandî ye."
Derya Xoşnawê bal kişand ser metirsiya li ser zimanê Kurdî û wiha pê de çû:
"Nivîskarê Kurd di koçberiyê de her tim di navbera du cîhanan de dijî û rûbirûyî metirsiya bişavtinê dibe.
Ev federasyon dê bibe derfetek ji bo parastina zimanê Kurdî û gihandina wêjeya Kurdî ya ji bo civaka rojavayî."
Ji sedî 30ê beşdaran jin in
Derya Xoşnawê destnîşan kir ku federasyon dê bibe piştgiriyeke manewî ji bo nivîskaran.
Li gorî wê, gelek nivîskar ji ber mijûliyên jiyanê yên li xerîbiyê ji nivîsînê dûr ketine an jî goşegîr bûne û dê bi rêya vê platformê girîngî bi berhemên wan bê dayîn.
Derya Xoşnawê li ser beşdariya jinên nivîskar jî got, "Rêjeya beşdariya jinên nivîskar a di vê kongreyê de ji sedî 30 ye.
Her çendî hîn ne wekî pêwîst be jî, em hêvî dikin ku di paşerojê de amadebûna jinan a di navendên wêjeyî de zêdetir bibe."


