Bremen (Rûdaw) - Li Herêma Bremenê ya Almanyayê li gorî qanûnan xwendina zimanê Kurdî li dibistanên fermî serbest e.
Lê belê kêmbûna mamosteyên pispor li ber berdewamiya dersan dibe asteng.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, projeyeke nû ya akademîk ji bo perwerdekirina mamosteyên zimanê Kurdî dest pê kiriye.
Li Herêma Bremenê ya li bakurê Almanyayê gelek Kurd lê dijîn.
Li vê herêmê destûr ji bo xwendina zimanê Kurdî hatiye dayîn lê kêmbûna mamosteyên pispor, îdareya herêmê mijûl kiriye.
Dîroka xwendina Kurdî li Bremenê
Dîroka xwendina zimanê Kurdî ya li dibistanên fermî yên Bremenê vedigere beriya 36 salan.
Mamosteyê Kurdî yê Zanîngeha Bremenê Dr. Zerdeş Haco li ser destpêkirina dersên Kurdî ya li Zanîngeha Bremenê û alîkariya dostên wan ên Alman wiha got:
"Sala 1990î di Wezareta Perwerdeyê de cara pêşî li seranserê Almanyayê me dest bi dersa zimanê Kurdî kir.
Destpêkê divê ev were gotin, bi alîkariyên jineke gelekî hêja Yvonne Mullerê ve ku ew bi xwe jî mamoste bû ev derî li ber me vebû.
Piştre li Wezareta Perwerdeyê ya vê herêmê mirovek hebû navê vî Herr Wilker ew jî mirovekî gelekî camêr bû û çi ji destê wî hat alîkariya me kir, heta ku em dest bi vê xebatê bikin."
Silêman Gulpinarê ji Midyada Mêdrdîna Bakurê Kurdistanê mamosteyê yekem ê zimanê Kurdî ye ku li dibistaneke fermî ya Almanyayê dersa Kurdî daye.
Gulpinar li ser destpêka xwendina Kurdî ji Rûdawê re axivî û got:
"Sala pêşî ji ber ku min 4 demjimêran der dida, me nedikar hemû xwendakar bînin cem xwe.
Destpêkê hejmara xwendekaran kêm bû lê sal bi sal hejmara beşdaran û demjimêran zêde dibû. Wisa lê hat ku li çar dibistanan hejmara wan gihişt 150 kesî."
Gulpinar niha malnişîn e. Ew behsa zehmetiyên amadekirina bernameya xwendinê ya wê serdemê dike û dibêje:
"Bi şevan me 5-6 demjimêran ders amade dikirin. Me wêne kopî dikirin. Paşê me bi Mamoste Emîn û Dr. Zerdeşt Haco re hefteyê carekê civîn dikir û me dersên xwe amade dikirin."
"Rola dê û bavan diyarker e"
Ji sala 2013an ve, Mamoste Ronî Stêrk cihê Mamoste Silêman girtiye û li gelek dibistanên seretayî dersan dide.
Ronî Stêrk li ser pirzaravetî û hejmara xwendekaran ev agahî dan:
"Em li 8 dibistanan dersan didin û nêzîkî 250 xwendekarên me hene. Ez bi zaravaya Kurmancî dersê didim.
Lê xwendekarên me yên zaravayên Hewramî, Soranî û Zazakî (Kirmanckî) jî hene.
Di vê pêvajoyê de rola dê û bavan diyarker e. Eger ew destûrê nedin an jî zarokên xwe neşînin dersa zimanê dayîkê, pêvajo bi ser nakeve."
Ji bo kêmasiya mamosteyan projeyeke nû
Saziyên akademîk ji bo tejîkirina kêmasiya hejmara mamosteyan dest bi projeyeke nû kir.
Ev projeya rahênanê bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Bremenê, Zanîngeha Duisburgê û Rêxistina Yekmalê hat ragihandin.
Aram Eqîl li Rêxistina Yekmalê çalakvan e. Ew tekezî li ser girîngiya rahênana akademîk dike û dibêje:
"Ev bername tenê girîngiyê nade fêrkirina rêzimanê. Ew her wiha girîngiyeke taybet dide metodolojiya fêrkirina ziman û taktîkên perwerdeyê.
Di bernameyê de 25 mamoste beşdar in. Pêwîst e paşxaneyeke wan a perwerdeyê hebe an jî berê di qada mamostetiyê de xebitîbin."
Parlamentoya Eyaleta Bremenê û parlamenterên Kurd ên di nav partiyên cuda de, ji bo berdewamiya dersên zimanê Kurdî xwedî roleke mezin in.
Bi taybetî jî parlamentera ji Bakurê Kurdistanê Şahhanim Gorgu Philipp di vî warî de roleke girîng lîstiye.
Ev xebata li Bremenê ji bo eyaletên din ên Almanyayê jî bûye mînakek.
Armanca projeyê ew e ku nifşekî nû yê mamosteyan were perwerdekirin. Bi vî awayî tê xwestin ku ziman û çanda Kurdî li navendên xwendinê yên Almanyayê zindî bimîne.


