Rûsya diçe ser sindoqan: Xelk hêviya çi dike?

15-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûsya diçe ser sindoqan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rûsya diçe ser sindoqan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rûsya Hilbijartin Şer Hêvî
A+ A-

Rûsya (Rûdaw) – Welatiyên Rûsyayê serokekî nû hildibijêrin. Ji bo posta herî bilind a Rûsyayê çar namzed hene.

Serokê îroyîn Vladîmîr Pûtîn, ji Partiaya Komûnîst Nîkolay Xarrîtonov, ji partiya Lîberal Demokrat Leonîd Slutskiy û ji Partiya Mirovên Nû jî Vladîslav Davankov ji bo serokatiyê ketine pêşbaziyê.

Nîkolay Xarrîtonov bi xwe ji Sîbîryayê ye. Di maweya du mehên borî de wî li hemû 89 herêmên Rûsyayê kampanyaya xwe ya hilbijatinê meşandiye.

Xarrîtonov dibêje, “Ger bi ser bikevim, ez dê sosyalîzmê vegerînim Rûsyayê.”

“Divê em wê rejîma faşîst a li Ukraynayê hilweşînin”

Namzedê Partiya Komûnîst a Federasyona Rûsyayê (KPRF) Nîkolay Xarrîtonov got:

"Dirûşma min a sereke kurt e mîna guleyekê: Em bi lîstika kapîtalîzmê lîstin, êdî bes e!

Ew kapîtalîzm bi ser ne ket ku Rûsya destpêka salên 90î, bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re, di encama çaksaziyên şaş ên aborî de ket nava wê.

Em wekî komûnîstên biezmûn baş dizanin ku derfetên dewletê yên sosyal û aborî karîbûn hîn xurttir û hîn zêdetir bûna.

Her çi operasyona taybet a li Ukraynayê ye, divê em wê rejîma faşîst a ku li ser Ukraynayê dane rûniştandin hilweşînin.

 Piştî wê li gorî mercên Rûsyayê em amade ne li dor maseyê gotûbêjan rûnin."

Cara yekem e di hilbijartinên Serokatiya Rûsyayê de dengdan dê sê rojan bi rê ve biçe.

Herwiha cara yekem e ji bo dengdanê şêwaza online jî tê bikaranîn.

“Hêviya min geşedana Rûsyayê ye”

Karsaz Nîkîta Dolenko jî wiha axivî:

"Ez dê rasterast biçim ser sindoqê û dengê xwe bi destê xwe bi kar bînim.

Hêviya min ji serokû nû jî geşedana Rûsyayê ye.

Bila Pûtîn planeke şeş salî amade bike û bernameya xwe ya ku pêşkêşî Meclîsa Federal kiribû, bi cih bike.”

Li Rûsyayê hemû pêvajoyên hilbijartinan bi giştî bê kelecana civakî dimeşin lê vê carê hêviyeke wan heye ku qet nebe şer û pevçûn bi dawî bibin.

“Hêviya min jî aştî ye”

Aborîzan Svetlana Andreyevayê diyar kir ku ew hêviya aştiyê dike û pê de çû:

"Ji bo dengdanê ez dê biçim ser sindoqê û şexsen deng bidim.

Hêviya min jî aştî ye, serkeftina me ye. Da ku her tişt baştir be û her kes vegere mala xwe malbata xwe.

Ji bo her kesî tenduristî, cîhaneke bi aştî û aramî. "

Li gorî amarên fermî, welatiyên Komara Donetsk û Lugansk, herêmên Zaporozhye û Xersonê jî nav de bi giştî 112 milyon û 310 hezar hilbijêr hatine tomarkirin,

Hilbijartinê îro demjimêr 08:00an dest pê kir û dê heta demjimêr 20:00ê 17ê Adarê berdewam bike.

“Hêviya min ew ku operasyon bi dawî bibe”

Muhasib Ludmîla Ruslanovna jî li ser hêviya xwe ya ji bo xelasbûna şer axivî:

"Bê guman ez dê beşdarî dengdanê bibim, rasterast.

Hêviya min ew e ku rewş baştir be û Operasyona Leşkerî ya Taybet bi dawî bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst