Xortekî Kurd li ser sînorê Yunan-Tirkiyê canê xwe ji dest da

14-10-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Menaf Îbrahîm ê 32 salî ku di rêya koçberiyê de li ser sînorê Tirkiye-Yunanê jiyana xwe ji dest daye û dayika wê, Remziya Heyder.
Menaf Îbrahîm ê 32 salî ku di rêya koçberiyê de li ser sînorê Tirkiye-Yunanê jiyana xwe ji dest daye û dayika wê, Remziya Heyder.
Nîşan Kurdistan Duhok Menaf Îbrahîm Yunan Tirkiye
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Xortekî Kurd ê temen 32 salî yê bi navê Menaf Îbrahîm ku xelkê bajarokê Şêladzê ya Duhokê, berî heft rojan ber bi derveyî welat koç kiribû û dixwast xwe bigihîne Ewropayê, li ser sînorê navbera Yunan û Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye, malbat daxwaza vegerandina termê xortê xwe dikin û dayika wî dibêje, bila kurê min ji min re vegerînin.

Li gor agahiyan, Menaf Îbrahîm bi sedema westiyanê û sermayê li ser sînorê Yunan û Tirkiyê canê xwe ji dest daye.

Dayika Menaf, Remziya Heyder bi dilekî xemgîn û bi girî ji Rûdawê re diaxive û daxwaza vegerandina cenazeyê kurê xwe dike.

Remziya Heyder dibêje: “Daxwaza min ev e ku Menaf bo min bînin, min çi daxwazên din nevên, lavê min bo min bînin, ez tiştekî din naxwazim.”

Menaf Îbrahîm tevî çar kesên din ku xizmên wî bûne, qesta derveyî welat kirine, lê li ser sînorê Yunan û Tirkiyê ji hev veqetiyane û ketine nav daristanên li ser sînorê di navbera herdu welatan de, piştî heft rojan mala Menaf agahdar dibe, ku kurê wan canê xwe ji dest daye.

Termê wî xortê Kurd niha li pizîşkiya dadê ya bajarê Edirne ya Tirkiyê ye.

Îbrahîm Hefzulla, bavê Menaf dibêje:“Birayê wî telefon bo wî kir, got em gihîştine nêzîkî bajêrekî ku em dê derbas bibin û biçin cihê ku em dixwazin. Piştî hingê du rojan telefon û têkilî nema. Daxwaza me ev e ku cenazê me bo me bê Kurdistanê, niha li Tirkiyê ye, tê gotin dê bînin, niza dê çawa bê. Em hez dikin hikûmetek alîkariya me bike, hikûmeta Kurdistanê bîne vir careke din.”

Menaf Îbrahîm xwandina xwe ya bilind li peymangehê qedandiye û ji heval û dostên xwe re gotiye, ku ji ber bêkariyê ji welat koçe dike.

Jêgir Şewket, hevalekî Menaf dibêje, “teqrîben (hema hema) ev heft sal bû peymangeha xwe qedandibû, lê bê kar bû û çi kar nebû, salek bû ku her digot ez dê biçim.”

Di heyama du mehên bihorî de li nahiyeya Şêladzê, nêzîkî 100 kesan çûne derveyî welat. Li gor amarên rêxistina Elend bo Demokrasîkirina Xortan, di du mehên derbasbûyî de zêdetirî 11 hezar kesan li  sînorê parêzgeha Duhokê daxwaza vîzeya Tirkiyê kirine, ku hejmareke zêde ji wan xort in û hejmarek ji wan xwe gihandine Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst