Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê hûrgiliyên projeya çalakkirina xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ya bi Sûriyeyê re eşkere kirin.
Wezaretê ragihand ku şiyana veguhastina vê xetê dê rojane bigihîje milyonek bermîlî û ev xet nabe cîgira boriya Kerkûk-Ceyhanê.
Her wiha diyar kir ku li gel vê yekê, xeteke din a boriyê ber bi Pêşxabûrê û ji wir jî ber bi Tirkiyeyê ve tê kişandin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Asta herî bilind a şiyana boriya Banyasê dê rojane bibe milyonek bermîl.
Ev xet nabe cîgira boriya Kerkûk-Ceyhanê.
Proje danîna xeteke boriyê ya ber bi Bendera Banyasê ve li xwe digire. Xeteke din jî dê ber bi Pêşxabûrê ve be."
Komîteyên hevbeş hatine avakirin
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê got:
"Beriya niha li gel hevgirtineke şirketên Amerîkî û Qeterî peymaneke têgihîştinê hatibû îmzekirin.
Ji bo vê yekê çendîn komîteyên hevbeş hatine avakirin ku heta niha jî di nav gotûbêjan de ne."
Selîm Rukabî her wiha anî zimên:
"Komîteyên hevbeş ên aborî, teknîkî û peymankariyê hatine avakirin.
Em bi hêvî ne ku heta dawiya vê salê dan û standin bigihîjin encamekê û em bigihîjin pêşnûmeyeke lihevkirî ya peymanê."
Pêwendiyên Şam û Bexdayê
Mijara boriya Kerkûk-Banyasê di demekê de ye ku dawiya meha borî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî çûbû Şamê û li gel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li ser bipêşxistina pêwendiyên siyasî û aborî axivîbû.
Di wê serdanê de mijara çalakkirina rêya hinardekirina petrola Îraqê bi rêya beravên Sûriyeyê yên li Deryaya Spî xaleke sereke ya gotûbêjan bû.
Tîrmeha îsal li Washingtonê şandeyeke bilind a Îraq û Sûriyeyê li gel hevgirtineke navneteweyî peymaneke têgihîştinê îmze kiribû.
Ew hevgirtina navneteweyî ji şirketa Chevronê ya Amerîkî, şirketa UCCyê ya Qeterî û TI Capitalê pêk tê.
Armanca wê peymanê ew bû ku ji bo nûkirin û kişandina xeteke nû ya boriya petrolê ya ji Hedîsê ber bi Banyasê ve lêkolînên teknîkî, aborî û darayî bên kirin.
Xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê sala 1952yan bi dirêjahiya nêzîkî 800 kîlometreyî hatibû çêkirin.
Ew xet piştî şerê sala 2003yan ê li Îraqê ji kar ket û di şerê DAIŞê de jî binesaziya wê rastî wêranbûneke mezin hat.



