Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran a Îraqê li ser kontrolkirina deverên sînorî yên bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re, çêkirina kembera ewlehiyê û asta hevahengiya bi Wezareta Pêşmergeyan re hûrgiliyên nû eşkere kirin.
Fermandariyê ragihand ku dirêjiya dîwarê betonî yê li ser sînorê Sûriyeyê gihîştiye 400 kîlometreyan û valahiya ewlehiyê nemaye.
Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran a Îraqê Emîd Heyder Kerxî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Me di xurtkirina sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de qonaxeke pir bipêşketî derbas kir.
Ev yek bi rêya danîna dîwarê betonî, kolana xendeqan, danîna têlan, bircên çavdêriyê û kamerayên germbîn pêk hat."
Emîd Heyder Kerxî diyar kir ku dirêjiya dîwarê betonî li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê gihîştiye 400 kîlometreyan û li pey çû:
"Êdî valahî li ser sînor nemaye. Tevahiya tevgeran bi teknolojiya jîr 24 saetan tên şopandin.
Bi vî awayî rê li ber derbasbûna qaçaxçiyan û kesên bi çekan hatiye girtin."
Rewşa sînorê parêzgeha Dihokê
Emîd Heyder Kerxî li ser rewşa sînorê parêzgeha Dihokê û xeta sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî anî zimên:
"Yekîneyên Fermandariya Parastina Sînoran a Herêma Yekem di warê belavbûn û bicihbûnê de gelekî bi pêş ketine.
Ev yek bi xurtkirina xalên sînorî û çûyîna navendên hestyar ên li herêmên asê yên çiyayî pêk hat."
Kerxî da zanîn ku bicihbûna fermandariya wan li gel çavdêriya teknîkî desthilata dewletê li ser xetên sînorî xurt kiriye û derfeta komên derveyî qanûnê û qaçaxçiyan teng kiriye.
Wî her wiha destnîşan kir ku têgihiştinên ewlehiyê û navendên hevpar ên hevahengiyê zemîneke baştir ji bo çareserkirina dosyeyên sînorî ava kiriye.
Sînorê Rojhilatê Kurdistanê û hevahengiya bi Pêşmergeyan re
Berpirsê Parastina Sînoran li ser bicihbûna hêzên wan a li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ragihand:
"Hêzên parastina sînoran li ser sînorên parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê erkê xwe bi temamî bi cih tînin.
Bi hevahengiya li gel aliyên federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bicihbûna hêzên me li gelek xalên girîng xurttir bûye."
Heyder Kerxî li ser tedbîrên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî axivî û got:
"Tevî erdnîgariya asê ya herêmê, wan rêkarên li hemberî baregehên partiyên mixalefetê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin wergirtin û rêxistinkirina nû ya hêzan roleke berbiçav di dabînkirina desthilata dewletê û aramiya xeta sînorî de lîst."
Emîd Heyder Kerxî li ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re tekez kir ku hevahengî û pêwendiyên wan ên bi Wezareta Pêşmergeyan û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re didomin.
Kerxî eşkere kir ku ev hevahengî di asteke baş de ye, bi taybetî di warê guherîna agahiyên îstixbaratî û hevahengiya li ser rûdanên ewlehiyê de.



