Cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê li Astanayê dicivin

14-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, 21ê Hezîranê li Astanaya paytexta Kazaxistanê dicivin. Wezîrên derve yên çar dewletan herî dawî 10ê Gulana 2023an li Moskowê civiyabûn.

Medya Rûsyayê ragihandiye ku cîgirê wezîrî derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, 21ê Hezîranê li Astanayê bi rojeve “Sûriyê” dicivin.

Roja 10ê Gulana 2023an jî wezîrê wê demê yê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, li Moskowê bi armanca asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê civiya bûn.

Di civîna Moskowê de 4 wezîran ji bo hevkariya di rûbirûbûna terorê de, avakirina derfetan ji bo vegera koçberan, pêşvebirina pêvajoya siyasî û pêwîstiya parastina yekbûna axa Sûriyê de lihev kiribûn, ku nexşerêyek bê amadekirin.

Tirkiye demeke diwxaze bi Sûriyê re peywendiyên xwe asayî bike, lê rêveberiya Sûriyê dibêje, “heta leşkerên Tirkiyê ji axa Sûriyê ya dagirkirî venekişe” asayîkirina peywendiyan qebûl nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst