MSC 2025: Cîhana pircemserî û guherînên nû

14-02-2025
Nîşan MSC 2025 Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Cîhana Pircemserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro li Almanyayê dest pê kir û dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Rojev Rojhilata Navîn e

MSC 2025 rastî guherînên girîng ên mîna îdareya nû ya Amerîkayê, li Brukselê destpêka dewreya nû ya yasadanînê Ewropayê û hilbijartinên Almanyayê yên 23yê Sibatê tê.

Di konferansê îsal de, “şerê Îsraîl û Hamasê, aloziya Îsraîl û Hizbulah, rewşa desthilata Beşar Esed û zextên li ser Îranê” wekî mijarên herêmî di nav sernavên herî girîng ên rojevê de ne.

Di vê konferansê de tê payîn ku bi taybetî “rewşa Rojhilata Navîn, şerê Rûsya-Ukraynayê, pêwendiyên rojava û Çînê, mesrefên parastinê, krîzên avhewayê, ewlehiya enerjî û xwarinê, hişê çêkirî, ewlehiya sîber û aborî” werin gotûbêjkirin.

Rêberên girîng beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin

Tê payîn ku îsal zêdetirî 60 serok û serokwezîr û nêzîkî 100 wezîrên karên derve û parastinê beşdarî konferansê bibin.

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier dê axaftina vekirinê bike.

Pişt re Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Christoph Heusgen dê axaftinekê pêşkêş bike.

Di nav birêbirên girîng ên ku tê payîn beşdarî konferansê bibin de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance hene.

Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ye

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab doh ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe çûye Almanyayê.

Dilşad Şehab got, "Serok Nêçîrvan Barzanî di dema konferansê de dê bi rayedarên payebilind ên gelek welatan re bicive û dê li ser têkiliyên navneteweyî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û bi pêşketinên dawî yên herêmê gotûbêjan bike."

Nûnerê Rêveberiya Xweser jî li konferansê ye

Dr. Yûnis Behram dê wekî nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Yûnis Behram di heman demê de serokatiya Foruma Almanî-Kurdî (DKF) jî dike.

Li gorî çavkaniyên medyayê yên nêzîkî Rêveberiya Xweser, Dr. Behram dê roja yekem a konferansê di paneleke bi navê "Xala Valahiyê li Rojhilata Navîn: Rola Birêvebiriya Nû ya Amerîkayê û Komîsyona Nû ya Ewropayê ya li Herêmê" de biaxive.

Panel dê bi hevkariya Weqfa Hans-Seidelê û Enstîtuya Lêkolînên Rojhilat a Almanyayê were lidarxistin.

Di panelê de dê mijarên wekî “rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, paşeroja Sûriyeyê, bandora herêmî ya Îranê û stratejiyên NATO û Yekîtiya Ewropayê yên li herêmê” werin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst