Xelatgirê Nobelê, Guenter Grass wefat kir

13-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-
 Dusseldorf (Rûdaw)- Xelatgirê Xelata Nobelê ya Edebiyatê Guenter Grass îro di temenê 87-saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Luebeckê li bakurê Almanyayê wefat kir. Ev yek îro ji aliyê weşanxaneya “Steidl Verlag“ hat piştrastkirin.

 

Guenter Grass weke yek ji giringtirîn nivîskarên alman yê piştî şerê duyemîn yê cihanê dihat hesabkirin.

 

Di sala 1959ê de yekemîn romana wî "Die Blechtrommel" (Dahol) derket û bi wê romanê Guenter Grass li seranserê dinyayê hat naskirin. Di sala 1999ê de Guenter Grass ji bo xebata xwe ya wêjeyî xelata Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirt.

 

Guenter Grass dostekî nêzîk yê nivîskarê Kurd Yaşar Kemal bû û ji ber siyaseta Tirkiyê li hemberî Kurdan Tirkiye gellek caran rexne kiribû.

 

Guenter Grass herwiha hikûmetên Almanyayê jî ji ber firotina çekan bo Tirkiyê rexne dikir û bal kişand ser wê yekê ku ew çek li hemberî Kurdan tên bikaranîn.

 

Guenter Grass 1927ê li bajarê Danzîgê yê îro li Polandayê ji dayîk bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst