Du otobus ketin çem: 62 kes winda bûn

12-07-2024
RÛDAW
Nîşan Nepal Otobus Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Chitwanê ya Nepalê di du qezayên cuda de 2 otobus ketin cem, 62 kes winda bûn.

Yek ji rayedarerên herêma Chitwamê Indradev Yadav ji rojnameya The Kathmandu Postê re ragihand ku otobusa ku ji paytex Katmanduyê diçû bajarê Gaurê û 41 kes tê de bûne ji ber hezîna axê ketiye çem.

Indradev Yadav da zanîn ku 3 kesan xwe ji wê otobusê avêtiye rizgar bûn lê 38 kesên din jî di çem de winda bûne.

Herwiha Indradev Yadav ragihand ku li heman herêmê otobuseke din a be bi Katmanduyê ve diçû û 24 kes tê de bûn ew jî ji ber hezîna axê ketiye çem.

Ji her du otobusan bi giştî 62 kes di çem de winda bûne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst