Pentagon: Li Îraq û Sûriyeyê 130 carî êrişî hêzên me hatiye kirin

12-01-2024
Patrick S. Ryder  / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Patrick S. Ryder / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Patrick S. Ryder Amerîka Berxwedana Îslamî ya Îraqê Êriş Sûriye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve 130 carî êrişên hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder da zanîn, hêzên Amerîkayê li 53 caran li Îraqê û 77 caran jî li Sûriyeyê rastî êrişan hatine.

Patrick S. Ryder amaje pê kir ku Husiyan ji 19ê Çiriya Paşîna 2023yan ve li Deryaya Sor 27 caran êrişî keştiyan kiriye.

“Ev êriş metrisîdar in”

 Berdevkê Pentagonê li ser êrişên grûpên nêzîkî Îranê yên li Hewlêrê jî got:

“Gelekî zelal e ku ev êriş metrisîdar in û bandoreke xerab li xelkê bêguneh ê Îraqê dikin.

Dema ev grûp van êrişan dikin tevgerên xwe yên bêserûber nîşan didin.”

Patrick S. Ryder li armanca hêzên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê da zanîn, “Em tenê ji bo armancekê li wê derê ne, ew jî têkbirina DAIŞê ye.

Ji ber vê yekê em careke din ji hêzên bi wekaleta Îranê dixwazin ku êrişên xwe bisekinînin.

Wekî ku me berê jî gotiye heke pêwîst kir em ji bo parastina hêzên xwe dudiliyê nakin.”

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetweyî ya li Dijî DAIŞê de li Îraq û Herêma Kurdistanê 500, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Piştî ku artêşa Îsraîlê ket Xezeyê ev hêzên Amerîkayê gelek caran rastî êrişan tên.

Li gorî Pentagonê, di van êrişan de 69 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Grûpa çekdar a Şîe ku xwe wekî “Berxwedana Îslamê ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Amerîka jî demên dawiyê bersivê dide van êrişan û heta niha herî kêm 34 çekdarên alîgirên Îranê kuştine.

Amerîkayê 4ê vê mehê jî li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê hat kirin.

Piştre Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Piştî vê êrişê daxwazên li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê zêde bûn û gelek aliyan ev xwesteka xwe anî zimên.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî got, “Em niha ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê demekê diyar dikin.”

Pentagonê piştî vê daxuyaniya Sûdanî ragihand ku hêzên wan dê li Îraqê erkê xwe yê şewirmendiyê bidomînin û ji bo vekişîna ji Îraqê ti plana wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst