Almanyayê Kurdekî Êzidî dersînor kir

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan Aştî Ebdî Kurdê Êzidî Almanya Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê Kurdê Êzidî yê bi navê Aştî Ebdî dersînor kir.

Aştî Ebdiyê 20 salî ku li bajarê Munîhê wekî garson dixebitî roja şemiyê hat dersînorkirin û vegerandin Hewlêrê.

Dersînorkirina Kurdê Êzidî Aştî Ebdî li Almanyayê bû sedema nerazîbûnan.

Li gorî rojnameya Almanî Bildê tevî ku karekî wî yê tamrojî heye, bacê dide û baş bi Almanî dizane jî piştî 3 salan Aştî Ebdî ji Almanyayê hatiye dersînorkirin.

Garsonê Kurdê Êzidî ku li Almanyayê wekî “Garsonê Serkeftî yê Munîhê” jî tê naskirin roja şemiyê li Balafirgeha Munîhê bi girî xatir ji malbat û hevalên xwe xwest.

Dayika wî Beşar (52), birayê wî Ezîz (28) û xwişka wî Şemê (24) ku nexwestin wî bi tenê bihêlin, bi çavên tijî girî hev hembêz kirin.

Aştî li Balafirgeha Munîhê li balafirê siwar bû, çû Stenbolê û ji wir jî hat Hewlêrê.

Hêvî bidawî nebûne

Ji bo garsonê serkeftî û kedkar ê Kurd hêvî bi dawî nebûne. Eger her tişt li gorî planê here dê garsonê Kurd heta dawiya meha Kanûna Paşînê dîsa vegere Almanyayê.

Parêzerê Aştî Ebdî û rayedarên Alman li hev kiriye. Ew jî ev e: Ebdî bi awayekî dilxwaz ji Almanyayê derketiyê û li hemberî wê dê bi prosedureke nû û bilez vegere Almanyayê.

Perwerdeya pîşeyî ya Aştî Ebdî heye û xwediyê restorantê Oliver Wendel jî dixwaze karkerê xwe biparêze û bi destê wî bigire.

Oliver Wendel ji bo garsonê Kurd got ku Ebdî dikare li ba wî bibe pisporê restorantê û wan bi hev re girêbest jî îmze kiriye.

Êdi divê rayedarên Alman destûrê bidin ku Kurdê Êzidî Aştî Ebdî dîsa karibe vegere Almanyayê.

Herwiha Oliver Wendel Bildê re axivî û got, “Roja duşemê randevûya Aştî li Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlerê heye.

Eger her tişt di rê de here, ew dê herî dereng di dawiya Kanûna Paşînê de vegere vir."

Ji bo prosedura bilez divê Aştî Ebdî testa ziman bi awayekî serkeftî derbas bike.

Li aliyê din Julian Stockl parêzerê Ebdî jî got, "A2 (asta ziman) bi gelemperî ji bo destûra rûniştinê bes e."

Daxwaza penaberiyê ya wî hat redkirin

Kurdê Êzidî Aştî Ebdî sala 2020î wekî penaber çûbû Almanyayê.

Ebdî bi malbata xwe re li bajarê Erlingê yê herêma Bavyerayê ya Almanyayê dima.

Piştî sê salan ji pêvajoya serlêdana penaberiyê daxwaza wî ya penaberiyê hat redkirin.

Di 18ê Çiriya Pêşînê de qeymeqamtiyê telîmata derketina derveyî welat jê re şand.

Lê destûr hat dayîn ku xwişk û birayê wî li Almanyayê bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst