Sîdar Epozdemir li Holanda bû yekem dozgerê herêmî yê Kurd

11-10-2022
Necmî Orta
Nîşan Sîdar Epozdemir Rotterdam Holanda Dozger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hiqûqnas Kurd Sîdar Bengîn Epozdemir weke Dozgerê Edaletê yê bajarê Rotterdamê hat damezrandin. Epozdemir anî ziman ku ew, mamê xwe yê parêzvanê mafên mirovan Şevket Epozdemir ku di sala 1993an de li Bedlîsê hatibû kuştin, weke îdol dibîne û li ser şopa wî dimeşe.

Hiqûqnasê ji Bakurê Kurdistanê Sîdar Bengîn Epozdemir ku li Hollandayê dijî, li bajarê Rotterdamê wek Dozgerê Dadê dest bi kar kir.

Sîdar Epozdemir ji Rûdawê re diyar kir ku wî di 2010ê de ji Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Maastricht derçûye û di 2011ê de li Zanîngeha Leiden master ki û di 2012ê de li ber dadgeha Lahey (Den Haag) sond xwar û bû parêzer û wî ofîsek vekir û bo heyama 7 salan karê parêzeriyê kir.

Epozdemir ê 35 salî got: “Min di sala 2019an de ji bo ez bibim dozger serlêdana xwe kir. Piştî ku serlêdana min hat qebûlkirin min wek cîgirê dozger dest bi kar kir û tevlî bernameya perwerdeyê bûm. Bernameya perwerdeyê di 21ê Tebaxa 2021an de bi dawî bû û bi biryarnameya Qralê Hollandayê ez bi fermî wek Dozgerê Dadê li bajarê Rotterdamê hatim tayînkirin. Roja Îna borî (7ê Cotmehê) bi boneya destbikarbûna min ji aliyê Dadgeha Rotterdamê ve merasîmek hat lidarxistin. Serokê Dadgeha Rotterdamê, Serdozgerê Rotterdamê û Serokê Baroyê jî amade bûn.”

Epozdemir diyar kir ku ew vê erkê ji bo xwe weke erkeke mirovî  dibîne û wiha pê de çû: “Ez wek parastina doza mezlûman dibînim. Dema ez zarok bûm, ji dê û bavê xwe fêrî xwedîderketina li kesên mezlûm û yên ku nikarin xwe biparêzin bibim. Ji ber vê yekê ez ji vî karî hez dikim.

Helbet di nav malbatê de kevneşopiyeke me ya hiqûqî jî heye. Ev kevneşopiya hiqûqê bi mamê min ê rehmetî Şevket Epozdemir dest pê kir. Ew parêzvanê mafên mirovan bû, ew Serokê Komeleya Mafên Mirovan û Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê navçeya Tetwanê bû. Li wir wek parêzer kar dikir. Jiyan û têkoşîna wî îlham da me. Hem di erka xwe ya dozgeriyê de û hem jî di xebatên xwe yên din de ez wî wek îlham û îdol dibînim. Ev motîvasyonek dide min ku ez karê xwe baştir bikim."

Epozdemir amaje bi wê yekê kir ku ew erka dozgeriyê weke erkeke gelek girîng dibîne û got: “Ji ber ku her biryarek ku hûn bidin û her hilbijartinek ku hûn bikin dê ji bo mexdûran, gumanbaran û civakê encamên xwe hebe. Bi rastî ji bo min cihê şaneziyê ye ez dikarim vî karî bikim û civakê û dewletê baweriya xwe bi min aniye.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst