Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê ragihand ku xwendekarê doktorayê yê Kurd ê ji Helebceyê "bi awayekî trajîk li Çînê xeniqiye" û canê xwe ji dest daye.
Konsulxaneyê ji Rûdawê re diyar kir ku lêkolîna derbarê vê bûyerê berdewam dike.
Konsulxaneya Giştî da zanîn ku wan şeva borî agahî wergirtine ku Mihemed Hadiyê xwendekarê doktorayê yê Zanîngeha Okyanûsê ya Çînê, li bajarê Qingdao yê li rojhilatê welêt bi awayekî trajîk xeniqiye.
Di daxuyaniya Konsulxaneya Giştî de wiha hat gotin:
"Em ji ber mirina wî gelekî xemgîn in, sersaxî û hevxemiya xwe ya herî kûr pêşkêşî malbata wî dikin."
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku zanîngehê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Pekînê Mehdî Ferec re piştrast kir ku termê Hadî hatiye dîtin.
Lê belê sedema mirina wî hîn ne diyar e.
Zanîngehê li ser mirina xwendekarê Kurd wiha daxuyanî da:
"Tê fehmkirin ku bûyer nêzîkî du rojan beriya dîtina termê wî qewimiye."
Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê diyar kir ku "bi girîngiyeke mezin" nêzîkî mijarê dibin û ji bo hûrgiliyan peyda bikin pêwendî bi aliyên li Çînê re danîne û got:
"Birêvebirên ewlehiya giştî yên herêmî û zanîngehê tîmeke taybet ava kirin da ku li gorî qanûn û prosedurên pêwendîdar lêpirsînê bimeşînin. "
Konsulxaneyê her wiha destnîşan kir ku rayedarên Çînî li gel balyozxaneya Îraqê ya Çînê di nava pêwendiyên nêzîk de ne û piştî bidawîbûna lêpirsînê dê agahiyên zêdetir werin parvekirin.
Konsulxaneyê bang li saziyên medyayê kir û got:
"Rûmeta mahremîyeta kesê ku canê xwe ji dest daye û ya malbata wî bigirin û ji belavkirina spekulasyonan dûr bisekinin."
Dîplomatan her wiha anî ziman ku ew amade ne "eger malbata Hadî ji bo meşandina kar û barên piştî bûyerê biçin Çînê" hemû alîkariya mirovî ya hewcedar peyda bikin.


.jpg&w=3840&q=75)
