Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasê Xwediyê Xelata Nobelê Prof. Dr. Daron Acemoglu ragihand ku eger hişê çêkirî bi vî rengî bê bipêşxistin, ev yek dikare newekheviya dahatê kûrtir bike, bi milyonan karkeran bê kar bihêle û demokrasiyên lîberal lawaz bike.
Acemoglu her wihagot, "Eger di navbera xwediyên hişê çêkirî civakê de pergaleke du çînî derkeve holê, ev yek bi demokrasiyê re nagunce."
Wî wekî çareserî, modela "hişê çêkirî yê alîgirê karkeran" pêşniyar kir ku berhemdariya karkeran bilind dike.
Daron Acemoglu di bernameya The Interview a BBC World Serviceyê de mijarên ji paşeroja demokrasiya lîberal heta hişê çêkirî, ji otomasyonê heta koçberiyê û derketina pêş a Donald Trump nirxandin.
"Encama şaşiyên siyasî ye"
Acemoglu anî zimên ku krîza demokrasiya lîberal a ku wî di pirtûka xwe ya dawî de jî bal kişandibû ser, ne tenê encama şaşiyên siyasî ye.
Li gorî gotina wî, ev krîz di heman demê de çavkaniya xwe ji veguherîna kûr a nîv sedsala dawî ya di warê aborî û teknolojiyê de digire.
Li gorî wî, pêştir gava şirketan hilberîn li teknolojî û bazarên nû dikir, vê yekê ji bo gelek mirovan derfetên kar û mûçeyên bilindtir diafirand lê modela îroyîn a ku bi giranî xwe dispêre otomasyonê, heman encamê nade.
Acemoglu bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku daxwaza ji bo karkerên keda destan ku bingeha çîna navîn û beşa jêrîn a çîna navîn pêk tînin, gelekî kêm bûye.
“Tiştek ji mirovan nayê pirsîn”
Yek ji beşên herî balkêş ên hevpeyvînê rexneyên li ser awayê bipêşxistina hişê çêkirî bû.
Acemoglu destnîşan kir ku hişê çêkirî dê hema hema hemû qadên jiyanê biguherîne lê derbarê berê vê guherînê mafê axaftinê yê civakan hema bêje qet nîne û got:
"Derbarê wê yekê de ka dê hişê çêkirî çawa bandorê li civakê bike, tiştek ji mirovan nayê pirsîn."
Her wiha wî destnîşan kir ku ev yek ne tenê ji bo Amerîka û Brîtanyayê ji bo milyaran mirovên ku li derveyî navendên bipêşxistina teknolojiyê dijîn jî pirsgirêkeke gelekî mezintir e.
Wî pêvajoya pêşxistina hişê çêkirî ya niha, wekî modeleke "bi temamî ji jor ber bi jêr ve û nedemokratîk" pênase kir û got:
“Şîrketên teknolojiyê îdia dikin ku dê hişê çêkirî her kesî dewlemendtir û bextewertir bike lê wî tekez kir ku divê ev nêzîkatî bikeve jêr pirsê û were rexnekirin.”
Hişê çêkirî dikare newekheviyê kûrtir bike
Acemoglu da zanîn ku berê pêşveçûna îro ya hişê çêkirî li şûna ku xweşguzeraniya hevpar peyda bike, metirsiyeke wiha çêdike ku beşên mezin ên civakê ji jiyana aborî dûr bixe û wiha domand:
"Ez derbarê hişê çêkirî de ez ne reşbîn im. Potansiyeleke mezin a teknolojiyê heye lê encam bi wê yekê ve girêdayî ye ka teknolojî çawa tê bipêşxistin û ji bo kîjan armancê tê bikaranîn.”
Acemoglu ew raman red kir ku dibêje teknolojî ji ber cewhera xwe dê her tim ji civakê re bikêr be û “Şoreşa Pîşesaziyê” wekî mînak nîşan da.
Wî bi bîr xist ku qonaxa destpêkê ya pîşesazîbûnê li Brîtanyayê newekheviyên mezin û bedêlên giran ên civakî afirandiye û destnîşan kir ku pêşveçûna teknolojîk bi serê xwe aramiya beşên mezin zêde nake.
Mînaka robotan: Li Amerîkayê mûçe û kar kêm bûne
Acemoglu her wiha bal kişand ser lêkolînên xwe yên derbarê bikaranîna robotan.
Wî diyar kir ku li deverên Amerîkayê yên ku robot bi lez û bez hatine bikaranîn mûçe û kar kêm bûne û newekhevî zêde bûye.
Lê wî da zanîn ku heman teknolojî li Japonya û Almanyayê bi rengekî cudatir hatiye bikaranîn.
Acemoglu destnîşan kir ku li van welatan karker ji nû ve hatine perwerdekirin û bi vî awayî qezenca ku bi rêya teknolojiyê hatiye afirandin, li beşên berfirehtir ên civakê belav bûye.
“Dibe ku ji bo destwerdanê dereng be”
Acemoglu hişyarî da û got, “Divê şaşiyên ku di warê medyaya civakî de hatine kirin, di hişê çêkirî de neyên ducarekirin.
Berî her tiştî destûr tê dayîn dêwên teknolojiyê li gorî dilê xwe tevbigerin lê bi salan piştî derketina pirsgirêkan hewl tê dayîn yasa û rêzikname werin danîn.
Ev rêbaz ji bo rûbirûbûna rîskên hişê çêkirî têr nake. Dibe ku piştî bîst salan gelekî dereng be."
Wî anî ziman ku bi taybetî nêzîkatiya ku giraniyê dide hişê çêkirî yê giştî (AGI), fikra avêtina mirovan a ji derveyî sîstemê li xwe digire û ev hişyarî da:
“Eger vîzyona teknolojîk a çend kesan li ser hemû civakê were ferzkirin, dibe ku civak ber bi rewşeke bêkontrol ve biçe.”
Çareserî
Acemoglu bi taybetî destnîşan kir ku ew ne li dijî hişê çêkirî ye û polîtîkayeke alternatîf a teknolojiyê pêşniyar kir.
Acemoglu ev model wekî "hişê çêkirî yê alîgirê karkeran" pênase kir û got, divê hişê çêkirî cihê mirovan negire lê divê berhemdariya karkeran zêdetir bike.
Wî diyar kir ku di vê modelê de, li şûna ku hişê çêkirî karkeran ji kar derxe, divê alîkariya wan bike da ku karên nû bigirin ser xwe, pisporiyên nû bi pêş bixin û nûjeniyê (înovasyonê) bikin.
Acemoglu analîzkirina dîmenên radyolojiyê yên di warê tenduristiyê de wekî mînak nîşan da û diyar kir ku hişê çêkirî dikare nexş û qalibên di nav bi hezaran dîmenan de ji mirovan baştir ferq bike lê ev nayê wê wateyê ku divê rola mirovî bi temamî ji holê rabe.
Acemoglu destnîşan kir ku bi taybetî di warên wekî têkilî, şiyanên civakî, têgihiştina pêdiviyên mişteriyan û nûjeniyê de, dê mirov rola xwe ya krîtîk bidomîne.
Ji bo 3,5 milyon karkeran mînak da
Acemoglu xebatkarên beşa xizmetên mişteriyan wekî yek ji wan pîşeyan nîşan da ku dê di demeke kurt de ji ber hişê çêkirî bikevin metirsiyê.
Xwediyê Xelata Nobelê diyar kir ku li Amerîkayê derdora 3,5 milyon xebatkarên xizmetên mişteriyan hene û got, bi pêşveçûneke biçûk a modelên hişê çêkirî re, dê ev xebatkar di nav komên yekemîn de bin ku zererê bibînin.
Acemoglu bal kişand ser wê rastiyê ku dê mirov ne tenê karê xwe ji dest bidin, di heman demê de gelek ji wan dê neçar bimînin derbasî wan karan bibin ku perwerdeya wê nedîtine û mûçeyên wan kêmtir in.
Her wiha wî destnîşan kir ku pêşketina kariyera ciwanan a di warê pîşeyî de dibe ku hîn zehmettir bibe.
Dikare aştiya civakî têk bide
Acemoglu hişyarî da ku bêkarkirina bi girseyî dê ne tenê encamên aborî, di heman demê de encamên siyasî jî bi xwe re bîne û wiha pê de çû:
“Gava ku em xerabûneke di vê astê de biafirînin, ez bi rastî ditirsim ku demokrasiya lîberal êdî bibe tiştekî nepêkan.
Demokrasî li ser wê hîmê ava ye ku mirov di bingehê de xwe wekhev dibînin.
Eger hûn civakeke duçînî biafirînin ku ji serdestên hişê çêkirî, komeke biçûk a endezyarên li pişt wan û ji civaka mayî pêk tê, ev yek dê bi demokrasiyê re negunce."
Rexneya li koçberiyê
Acemoglu qala krîza baweriyê ya demokrasiya lîberal kir û polîtîkayên koçberiyê jî wekî mînak nîşan dan.
Wî diyar kir ku ji ber pîrbûna nifûsê dibe ku Ewropa ji hêla aborî ve pêdiviyê bi koçberiyê bibîne û ji bo qebûlkirina penaberan hincetên mirovî jî hene.
Lê wî bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka sereke ew e ku ev biryar bêyî lihevkirineke berfireh a bi civakê re hatine girtin û got:
“Me ev tişt bêyî ku em ji mirovan bipirsin û bêyî avakirina lihevkirineke civakî kirin. Bi vî rengî koçberî bûye yek ji sembolên aloziya di navbera elîtan û çîna karkeran de.”
Li gorî Acemoglu, di hîmê demokrasiyê de bihîstina dengê mirovan û mafê xwerêveberiyê heye.
“Trump ji Biden bêhtir serokekî encamgir bû”
Di hevpeyvîna BBCyê de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hat rojevê.
Acemoglu qebûl kir ku Trump li gorî Joe Biden serokekî wiha bû ku "bandora biryarên wî mezintir in" lê wî ev yek wekî nirxandineke erênî bilêv nekir.
Acemoglu destnîşan kir ku Trump zerer daye saziyan, cemsergirî kûrtir kiriye û zimanê demokratîk û pîvanên exlaqî yên di birêvebiriya giştî de xera kiriye.
Acemoglu li gel vê yekê jî got ku divê gazincên kesên ku piştgiriya Trump dikin bi temamî neyên paşguhkirin.
Wî diyar kir ku di nav dengdêrên Trump de nerazîbûnên rasteqîn ên aborî û civakî hene û got ku sedema piştgirîdayîna mirovan a ji bo berbijêrekî ew qasî li dijî pergalê, "bêçaretî" ye.
Wî got ku veguherîna aborî ya ji ber hişê çêkirî, dikare vê bêçaretiyê hîn mezintir bike.
“Çîn ji bo Rojava ne modeleke guncaw e”
Acemoglu her wiha bersiv da pirsa, “Gelo heger demokrasiyên lîberal nikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, dê modelên otorîter ên mîna Çînê balkêştir werin dîtin an na?”
Acemoglu diyar kir ku ew ji vê îhtîmalê gelekî bi fikar e û da zanîn ku tevgerên populîst û otorîter çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re pêşkêş nakin û got:
“Beravajî vê yekê baweriya bi saziyên demokratîk zêdetir lawaz dikin. Heta em dev ji prensîbên xwe yên lîberal bi temamî bernedin, Çîn ji bo Rojava ne modeleke guncaw e. Ya ku ez jê ditirsim jî bi tenê ev e."
.jpg&w=3840&q=75)


