Kê li ser endamtiya daîmî ya Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî çi got?

11-05-2024
Sinan Tunçdemir
Kê çi li ser endamtiya daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Filistînê got?
Kê çi li ser endamtiya daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Filistînê got?
Nîşan Filistîn Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi piraniya dengan piştgiriya xwe ji Filistînê re nîşan da ku bibe endamê daîmî ya Neteweyên Yekbûyî.

Di civînê de 193 dewletan wekî endamên Konseya Giştî deng da û di encamê de 143 dewletan gotin erê, 9 dewletan gotin na û 25 dewlet jî bêalî man.

Ji bo derbasbûna pêşnûmeyekê divê ji 3yan 2yê dengan werin bidestxistin.

Ango bi 143 dengan re pêşnûmeya ji aliyê Îmarata Erebî ve ku hatibû pêşniyarkirin hat qebûlkirin.

Nûnerê Îmarata Erebî yê NYyê Mohamed Abushahab got:

“Îro rojeke dîrokî ye. Pêşnûmeya îro dê bandoreke mezin li paşeroja Filistîniyan bike.

Gelê Filistînê 75 sal in rastî tundûtûjiyan tên û ji mafên xwe yên bingehîn hatine dûrxistin.

Gelê Filistînê bi sebir hêviya civaka navneteweyî man da ku mafên wan ên serxwebûne qebûl bikin û endamtiya wan a ji bo Neteweyên Yekbûyî erê bikin.”

Wekî ku tê zanîn Filistîn sala 2012an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî dewleteke çavdêr hatibû qebûlkirin û ji wê demê ve hewl dida ku bibe endamekî tam.

Di vê çarçoveyê de Konseya Ewlehiyê li ser vê mijarê çend hefte berê civiyabû û deng hatibû dayîn.

Amerîkayê ew pêşnûme veto kiribû. Li ser wê vetoyê jî dewletên Erebî pêşnûme anîn Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

“Tenê 9 dewletan got na”

Nûnerê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansour jî anî ziman:

“Em hêvî dikin ku Konseya Ewlehiyê dê guh bide vê peyama mezin û bihêz a ji Konseya Giştî tê.

143 dewletan erê kir û tenê 9 dewletan got na.

Divê Konseya Ewlehiyê ya rast bike. Ev rojeke dîrokî ye û me îro ji sala 2012yan wêdetir gavek avêt.

Em niha zêdetir nêzîkî endamtiya Filistîne ya ji bo Neteweyên Yekbûyî ne.”

Li aliyê din Îsraîlê jî bangî Amerîkayê kir, budçeya ku dide Neteweyên Yekbûyî bi dawî bike û pirtûka yasayan a Neteweyên Yekbûyî jî wekî protesto hûrhûrî kir û got ku dewletên ku endamtiya Filistînê erê dikin yasayên NYyê hûrhûrî dikin.

Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan jî got:

“Hûn yasayên Neteweyên Yekbûyî bi destê xwe hûrhûrî dikin.

Erê hûn yasayên Neteweyên Yekbûyî parçe parçe dikin. Ev şerm li ser we ye.”

Li gorî yasayên Neteweyên Yekbûyî girêdayîna pêşnûmeyên Konseya Ewlehiyê hene lê ne yên Konseya Giştî ku bê guman zext li dewletan dike.

Ji ber vê ye ku pêşnûme dê careke din bihêztir were Konseya Ewlehiyê lê wisa xuya dike ku Amerîka dê dê careke din veto bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst