Trump derbarê şerê li Sûriyeyê daxuyanî da

07-12-2024
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Sûriye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump got, "çekdarên Sûriyeyê xwe ji bo derxistina Esed û Rûsyayê ji wî welatî amade dikin. Ew ne dostên me ne, ji ber vê yekê ti têkiliya Amerîka bi wî şerî re nîne."

Her wiha Trump tekez kir ku nabe Amerîka tevlî şer bibe û got, “Şerê Sûriyeyê ne şerê me ye, nekevin şer."

Trump li ser hesabê xwe yê Socaial Truthê der barê bipêşketinên li Sûriyeyê da daxuyanî da.

Trump amaje bi wê yekê kir ku komên çekdar ên dijî rejîmê bi pêngaveke nedîtî dest danîne ser gelek bajarên Sûriyeyê û wan berê xwe daye Şamê.

Trump diyar kir ku ew grûpên çekar ji bo hilweşandina Beşar Esed xwe amade dikin ku tevgereke mezin bikin û got:

"Rûsya li Ukraynayê pir mijûl e û ji ber ku zêdetirî 600 hezar leşker ji dest dane nikare vê bipêşketina li Sûriyeyê ya ku bi salan e diparêze, rawestîne.

Trump diyar kir ku ji ber ku serokê berê Barrack Obama di dema xwe de nikarîbû xetên sor biparêze, Rûsya tevlî mijara Sûriyeyê bûye û got:

"Niha ew (Rûs) jî wekî Esed tên derxistin. Ev ji bo wan ne tiştekî xerab e. Sûriyeyê ji bilî îsbatkirina ku Obama ehmeq e, gelek tişt ji Rûsyayê re nekir.

Di her rewşê de, Sûriye tevlihev e lê ne dostê me ye û Tiştekî Amerîkayê pê tineye. Ev ne şerê me ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst