Berlîn - Konfederasyona Revenda Kurdistanî kongreya xwe li dar dixe

07-12-2024
Hêmin Ebdullah
Serokê Konfedrasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmail Kamîl /Wêne: Rûdaw
Serokê Konfedrasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmail Kamîl /Wêne: Rûdaw
Nîşan Konfedrasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmaîl Kamil Berlîn Kongre
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Konfederasyona Revenda Kurdistanî 2yemîn kongreya xwe li Berlîna paytexta Almanyayê li dar dixe.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî 4-5ê Kanûna Pêşîna 2021ê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li dar xistibû.

Kongreya ku îro li Berlînê dest pê dike dê ji çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat wê delege û mêvan beşdar bibin.

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmaîl Kamil ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re axivî û got:

"Kongreya yekem li Hewlêrê bû, ji ber ku Hewlêr paytexta Kurdustanê ye

Ji ber wê me dixwest em bidin xuyakirin ku diyaspora pêwendiyeke wê ya bi Herêma Kurdstanê re heye.

Diyasporaya hemû welatan danûstandinên wan bi welatên wan re hene.

Herêma Kurdistanê nîv dewlet e, em hêvîdar in di nêzîk de bibe dewleteke serbixwe.

Gelekî normal bû ku em wekî diyaspiraya Kurdistanî li derveyî welat karibin pêwendiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê bikin.

Ji ber wê yekê jî gelekî giring bû ku kongreya yekem a Konfederasyona Rewenda Kurdistanî li Hewlêrê bû bi beşdarbûna Serok Mesûd Barzanî.

Her wiha Dr. Îsmaîl Kamil da zanîn ku 104 komeleyên Kurdistanî, 40 navdendên revenda Kurdistanî, 24 federasyonên komeleyên Kurdisanî û revendên Kurdistanî endamê Konfedrasyona Rewenda Kurdistanî.

Li gorî Dr. Îsmaîl Kamil, dê 300 endam ji van federsyon, navend û komeleyan beşdarî kongreyê dibin û nêzikî 110 mêvan jî beşdarî kongreyê bibin.

Beşdarbûna jin û ciwnan

Li aliyê din Dr. Îsmaîl Kamil amaje bi wê yekê kir ku armanca wan di vê kongreyê de rêjeya ciwanan ji sedî 25 be lê niha ew rêje digihîje ji sedî 30î û beşdarbûna jinên Kurd jî vê rêjeyê derbas dike.

Dr. Îsmaîl Kamil da zanîn ku di qanûna konfederasyonê de hatiye diyarkirin ku ji her 3 salan carekê dê kongre bê lidarxistin û dibe ku biryar di vê kongreyê de were guhertin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Dr. Îsmaîl Kamil da zanîn ku dê delege ji welatîn Sovyeta berê û çend parlamenterên Ewropî jî beşdarî kongreyê bibin lê hinek delegeyên ji Rûsyayê nekarîne vîzeyê wergirin.

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Dr. Îsmaîl Kamil diyar kir ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi giştî 18 hezar endamên wê hene û navenda wê welatên Ewropa û Amerîka ne."

Her wiha Dr. Îsmaîl Kamil bangî malbatên Kurd ên li derveyî welat jî kir ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin û bidin hînkirin û got, "Zimanê me nasnameya me ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst