Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku statuya “hunermendiyê” dan dengbêjan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastin û gihandina çanda dengbêjiyê ya ji bo nifşên nû xebatên xwe didome.
Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, li Mala Dengbêjan a li navçeya Sûrê hevdîtinek pêk anî.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Hevberdevka Meclîsa Şaredariyê Demet Ceylan, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş û gelek dengbêj di wê civînê de amade bûn.
Statuya hunermendiyê
Di civînê de, şert û mercên karkirina dengbêjan hatin sererastkirin û agahiyên nû hatin dayîn.
Hat diyarkirin ku dengbêjên ku berê bi awayekî dilxwazî li şaredariyê dixebitîn, dê ji niha pê ve di bin statuya "hunermendiyê" de karên xwe bidomînin.
Serra Bucakê diyar kir ku wan bi 24 dengbêjan re peyman îmze kiriye û çarçoveya karê wan eşkere kiriye û got:
“Îro em dê bi we re sohbetê bikin. Ji ber ku hûn hatin ez gelekî kêfxweş bûm, destên we sax bin.
Hûn dengbêjên vî bajarê qedîm in û ji bo me gelekî biqedir in. Hûn vê hunera kevnar diparêzin.
Hêvîdar im ku di dema pêş de hejmara dengbêjên ciwan jî zêde bibe.”
"Pêdiviya me bi dengbêjên ciwan heye"
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaşê jî bal kişand ser girîngiya dîrokî û çandî ya dengbêjiyê û got:
“Niha di nava me de 24 dengbêj cih digirin. Em dixwazin ku ev hejmar di her bajar û navçeyê de zêdetir bibe.
Em hatin cem hev da ku em qedr û nirxê dengbêjên xwe bizanibin û vê mîrateya kevnar bigihînin cihê ku layîqê wê ye.”
Dengbêjan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê hevdîtinê anîn zimên.
Wan diyar kir ku pêdivî bi dengbêjên ciwan heye û dê xebatên xwe yên paşerojê di vê rêyê de bidomînin.



