Hewlêr (Rûdaw) - Kovara wêjeyî, çandî û serbixwe ya Soryazê ku bi zimanên Kurdî û Erebî li Rojavayê Kurdistanê tê weşandin, hejmara xwe ya duyem a demsala havîna 2026an derxist.
Hejmara nû ji 196 rûpelan pêk tê û bi naverokeke dewlemend a lêkolînî, wêjeyî û hunerî balê dikişîne ser dîroka herêmê û afirîneriya nûjen.
Di pêşgotina kovarê de bi sernavê "Soryaz: Pira zanînê û projeya çandî ya azad", desteya kovarê tekez dike ku derxistina Soryazê ne ji bo qezenca darayî ye û ew wekî projeyeke bipêşketina rewşenbîrî û çandî hatiye dîtin.
Desteya kovarê diyar dike ku ew bi awayekî serbixwe û bi xwefînansekirinê dixebitin da ku li hemberî "pereyê siyasî" û "destwerdanên derve" bibin mertalek.
Ew dixwazin Soryaz dengekî zelal be ku dilê civakê û xwestekên rewşenbîrên rastîn diyar bike.
Armanca sereke ya kovarê, danîna pirên çandî yên di navbera Kurd û Ereban de ye.
Her wiha parastina pirrengiya zimanî û vekirina deriyan ji bo nivîskarên ciwan e ku di avakirina qada çandî ya nû de bibin hevkar.
Dosyeya 100 saliya Qamişloyê
Mijara sereke ya vê hejmarê, temamkirina dosyeya 100 saliya Qamişloyê (1926-2026) ye.
Di vê beşê de, nivîskar Dilşad Mûrad û Hişyar Mûrad bi hûrgilî taxên li rojavayê Çemê Çeqçeqê didin nasîn.
Dosye wekî rêwîtiyeke dîrokî ye, taxên mîna "Taxa Cihûyan", "Taxa Ermenan", "Taxa Wista", "Taxa Xerbî" û "Taxa Hilêliyê" bi wêneyên arşîvî û yên nûjen nîşan dide.
Di vê beşê de ronî li ser wan kesayetiyan tê danîn ku di avakirina nasnameya hunerî, wêjeyî û siyasî ya bajêr de xwedî rol bûne.
Kovar qala kesayetiyên navdar ên mîna Aram Tîgran, Karapêtê Xaço, Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif, Şukrî Çermûklî, Ebdulmesîh Nûman Qerebaşî, Selîm Hana û Ferhad Çelebî dike ku her yek ji wan di qonaxên cuda de bûne şopdarên ronesansa çandî ya bajêr.
Lêkolîn û nirxandinên wêjeyî
Di beşa Lêkolînê ya beşa Kurdî de, kovarê xwendineke kûr li ser berhemên wêjeyî pêşkêş kiriye.
Nirxandina li ser romana "Maria Melekek bû" ya nivîskar Firat Cewerî, ji aliyê Necah Îbrahîmê ve hatiye nivîsandin.
Xwendinek li ser romana "Penageh" a nivîskar Merwan Berekat, ji aliyê Şivîn Heciyê ve hatiye kirin.
Xwendinek li ser romana "Şengal Vejîna Çilmêran" a nivîskar Azad Ararat, ji aliyê Şivîn Ehmedê ve hatiye kirin.
Nirxandina romana "Pêjna Baranê" ya nivîskar Kamran Simo Hedilî jî ji aliyê rexnegir Lokman Polat ve hatiye kirin.
Gundê Dêrûna Axê: Paytexta Aliyan
Di beşeke taybet a bi navê "Gundê Me" de, Zana Dêrik di lêkolîneke berfireh de gundê "Dêrûna Axê" (devera Aliyan) dide nasîn.
Nivîs hem aliyên dîrokî yên gund, hem jî kesayetiyên wî yên navdar bi bîr tîne.
Ew kesayetiyên navdar ev in: Amnê Ehmed Mûsa, Şêxmûs Seyîd Ebdulah Qasim, Îbrahîm Omer Kindî, Beşîr Seyîd Hisên, Gulistan Merî, Xesan Mihemed Şerîf Misto û Îbrahîm Ebas Silê.
Sînema û hunerên dîtbarî
Kovarê di vê hejmarê de giranî daye ser sînemayê.
Şêrîn Yûsifê bi lêkolînekê rola deng a di sînemayê de şîrove kiriye.
Hişyar Mûrad jî xwendinek li ser fîlmê Christopher Nolan ê bi navê "Odyssey" nivîsiye.
Her wiha di beşa hunerên dîtbarî de, kovarê tabloyên hunermend Serfiraz Şerîf û cihên dîrokî yên Qamişloyê bi zimanekî hunerî pêşkêş kirine.
Wêjeya Kurdî: Çîrok, helbest û zarok
Beşa wêjeyî bi berhemên dewlemend hatiye xemilandin.
Di beşa çîrokan de nivîskar M. Emîn Sadûn bi çîroka "Gula Bêhnxweş" û Selah Seyda bi çîroka "Hostê Bilatan-Kî Xiristiyan e" beşdar bûne.
Di beşa helbestan de helbestvan Ejder Îso (Sorgula Can), Raperîn Mihemed (Gulcan) û Ezîz Elî (Newroza Me) nivîsên xwe parve kirine.
Di beşa Baxçeyê Zarokan de Arcan Xelîl lîstika "Şeşxane" û rêbaza lîstinê daye nasîn.
Desteya Kovara Soryazê ji van kesan pêk tê: Dilşad Mûrad (Xwediyê Kovarê û Sernivîserê Giştî), Hişyar Mûrad (Sernivîserê Beşa Kurdî), Fatima Mûrad (Edîtor - Beşa Kurdî), Ayfer Yildiztan (Edîtor - Beşa Kurdî), Aras Qasim (Edîtor - Beşa Kurdî) û Zuhêr Buazawî (Edîtor - Beşa Erebî).



