Erdogan: Ez dostê xwe Donald Trump pîroz dikim

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Recep Tayyîp Erdogan Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Namzedê Komariyan Donald Trump pîroz kir.

Xelkê Amerîkayê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Heta niha 267 delegeyên Donald Trump û 224 delegeyên Kamala Harrisê hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.

Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî Trump pîroz kir û got:

"Ez Donald Trumpê dostê xwe pîroz dikim ku li Amerîkayê di hilbijartina serokatiyê de piştî têkoşîneke mezin dîsa wekî Serokê Amerîkayê hat hilbijartin.

Ez hêvî dikim ku di vê heyama nû de pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê bihêz bibin û di serî de meseleya Filistîn û şerê Rûsya-Ukraynayê, hemû krîzên cîhanî bi dawî bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst