Ipsos: Herî zêde xelkê Tirkiye û Almanyayê ji mijara koçê nîgeran in

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ipsos Rapirsî Koçberî Tirkiye Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê ji sedî 44ê xelkê Almanyayê ji koçberan û koça neyasayî nîgeran in.

Piştî Almanyayê Tirkiye di heman mijarê de bi rêjeya ji sedî 41 di rêza duyem de ye.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê di navbera 22yê Îlona û 6ê Çiriya Pêşîn de li 29 welatan bi 20 hezar û 570 kesan re rapirsiyek pêk anî.

Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn ku ew herî zêde ji kîjan mijarên sereke yên li welatê xwe nîgeran in.  

Li Almanyayê ji sedî 44ê beşdarvanan gotiye ku ew ji mijara koçê û koçberan nîgeran in.

Piştî Almanyayê ji sedî 41ê welatiyên Tirkiyeyê jî di rêza duyem ji heman mijarê nîgeran in. 

Ew rêje di nav xelkê Hollandayê de ji sedî 32 û di nav xelkê Brîtanyayê de jî ji sedî 29 e.

Li gorî rapirsiyê nîgeraniya koçê bi awayekî navendî di nav 29 welatên ku rapirsî li wan hatiye kirin de jî ji sedî 15 ye. 

Piştî koçê ji sedî 45ê xelkê Almanyayê herî zêde ji mijara enflasyonê, ji sedî 35ê wan ji hejarî û newekheviya civakî, ji sedî 28  ji guherîna keşûhewayê û ji sedî 21ê wan jî ji tawan û tûndûtîjiya li welatê xwe nîgeran in. 

Li gor rapirsiyê li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 55 herî zêde xelk ji mijara enflasyonê nîgeran in.

Piştî  wê ji sedî 31ê wan ji hejarî û newekheviya civakî, ji sedî 23yê wan ji tawan û tûndûtijiya ku zêde dibe,  ji sedî 20ê wan ji bacan, ji sedî 20 ji gendeliya darayî û siyasî, ji sedî 19 ji bêkariyê, ji sedî 19 ji perwerdê, ji sedî 19ê xelkê Tirkiyeyê ji guherîna keşûhewayê nîgeran e.

Herwiha ji mijara terorê jî ji sedî 14ê xelkê Tirkiyeyê nîgeran e.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê ev rapirsî li van welatan kiriye:

Almanya, Tirkiye, Hollanda, Brîtanya, Şîlî, Belçîka, Fransa, Amerîka, Îtalya, Swêd, Polonya, Kanada, Peru, Spanya, Awistralya, Afrikaya Başûr, Malezya, Sîngapur, Îsraîl, Japonya, Kolombiya, Macarîstan, Meksîka, Hindistan, Tayland,  Koreya Başûr, Brezîlya, Endonezya û  Arjantîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst