Belgefîlma 'Hingivê Hişbir' a Rûdawê li Awistralyayê tê nîşandan

Duh li 10:53
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hingivê Hişbir Rûdaw Awistralya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefilma Hingivê Hişbir a Tora Medyayî ya Rûdawê li Awistralyayê di festîvaleke navneteweyî de tê nîşandan.

Belgefilma “Hingivê Hişbir” xelata zîvîn di çarçoveya xelatên belgefilmên kurt de û herwiha xelata bronzî di çarçoveya xelatên kultûr û şêwazê jiyanê de, birine.

Herwiha belgefilma Hingivê Hişbir li Festîvala Navneteweyî ya Athvikvaruniyê ya Filman a li Hindistanê xelata baştirîn belgefilma kurt wergirt.

Ew belgefilmê Rûdawê behsa hingivekî taybet dike, li welatê Nepal û awayê deranîn wî hingivî ji çiya û bandora wî.

Belgefîlma Hingivê Hişbir di 14êÇiriya Pêşîna 2024an de dê çar rojan di Festîvala Fîlman a NGOyê ya Navneteweyî ya li Melbourne, Awustralya were pêşandan.

Meslehatguzarê Balyozxaneya Îraqê ya Awistralyayê Yerub Enbeqî ji Rûdawê re axivî û got,

“Em şanaziyê bi geşbûna Rûdawê û gihîştina wê ya platformeke navneteweyî dikin bi rêya beşdarbûna wê di Festîvala Fîlman a Melbournê de ku dê di Çiriya Pêşîna îsal bê lidarxistin.”

Herwiha Yerub Enbeqî got, “Rûdawê li Kurdistanê serî hil da û gihîşte Hîmalayayê, niha jî ji bo çêkirina pirrengiya çandî ronîkirina temaşevanan digihîje welatê kangûrûyan.

Ji Nepalê heta Awistralyayê xelkê ji xebatên Rûdawê hez kiriye. Ev yek jî navneteweyîbûna Rûdawê nîşan dide.”

Hingivê Hişbir bi berhevkirina tovên rhododendrons, ku li bilindahiyên Hîmalayê şîn dibin, tê çêkirin.

Mêşhingivên Hîmalayê ku yek ji cureyên herî mezin mêşên li cîhanê ye, di du demsalan de tovê kulîlkam berhev dike.

Ji ber hebûna hin granotoksîn, hingiv dema tê xwarin mirov pê serxweş dibe.

Belgefîlma Hingivê Hişbir çîroka kesên ku ji bo berhevkirina hingiv diçin çiyê û ji aliyê gundiyan ve çawa tê bikaranîn vedibêje.

Balyozê Awistralyayê yê Îraqê Glenn Miles ji Rûdawê re got, “Ez kêfxweş im ku belgefîlma 'Hingivê Hişbir' dê bibe beşek ji Festîvala Fîlman a NGO ya Melbourne.

Fîlmek balkêş ku têkiliya di navbera mêşên xwecihî yên welêt û hingivê ku ew berhev dikin de vedikole. Belgefîlm girîngiya zanista xwecihî û rêzgirtina ji xwezayê re nîşan dide

Belgefîlmên Rûdawê di van demên dawî de bi çendîn xelatên girîng ên wek Webby û Tellyê ve hatin xelatkirin.

Festîvala Fîlman a NGO ya Navneteweyî balê dikişîne ser piştgirîkirina kes û pargîdaniyên ku bi rengekî serbixwe fîlm û belgefîlman çêdikin.

Sala borî ji 126 welatan 2209 fîlm pêşkêşî festîvalê hatibûn kirin û ji wan tenê 50 fîlm hatibûn nîşandan.

Tîma festîvalê ya îsal balê dikişîne ser koçberî, zanîna xwecihî û parastina ekolojîk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst