Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Yekmalê ya Ziman, Perwerde û Lêkolînê ji bo mamosteyên Kurdî (Kurmancî) bernameyeke perwerdeyê ya berfireh li dar dixe.
Ev bername ji bo kesên ku niha dersên Kurmanciyê didin yan jî dixwazin di paşerojê de wekî mamoste yan wanebêj bixebitin hatiye amadekirin.
Cara yekemîn e tê lidarxistin
Akademiya Yekmalê bi vê bernameya nû re cara yekemîn e ku ji bo mamoste û wanêbejên Kurdî derfeteke wiha berfireh a perwerdeyê pêşkêş dike.
Di perwerdeyê de mijarên zimannasî, dîdaktîka ziman û pedagojiyê digihêjin hev.
Bername ew jêhatîbûn û şarezayiyan dide beşdaran ku ji bo dayîna dersên Kurdî wekî zimanê dayîkê û zimanê biyanî pêwîst in.
Hûrgiliyên perwerdeyê
Bernameya perwerdeyê dê Îlona 2026an dest pê bike û dê heta Tebaxa 2027an bidome.
Perwerde dê bi giştî 220 demjimêran pêk bê.
Dersên perwerdeyê dê li bajarê Bremenê yê Almanyayê rû bi rû û her wiha online werin dayîn.
Sertîfîkaya Akademiya Yekmalê
Piştî ku bername bi serkeftî bi dawî bibe, beşdar dê ji Akademiya Yekmalê sertîfîkayekê wergirin.
Ev sertîfîka dê şarezayiya wan a pedagojîk û dîdaktîk a ji bo dayîna dersên Kurdî wekî zimanê dayîkê û zimanê biyanî piştrast bike.
Akademiyê diyar kir ku agahiyên berfireh ên li ser mercên qebûlkirinê, pêvajoya serlêdanê û modulên perwerdeyê dê di demeke nêzîk de werin eşkerekirin.



