Pentagon: Li Eyn Esedê hinek leşker û karmendên me birîndar bûne

06-08-2024
Nîşan Eyn Esed Pentagon Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re ragihand ku li Eyn Esedê hinek leşker û karmendên wan birîndar bûne.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Berdevkê Pentagonê ev êriş piştrast kir û ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:

“Em dikarin piştrast bikin ku bi mûşekan êrişî hêzên Amerîka û Koalîsyonê yên li baregeha Eyn Esedê hatiye kirin.”

"Hinek leşker û karmendên me birîndar bûne"

 Berdevkê Pentagonê diyar kir ku ew li ser êrişê û zerer û ziyanên wê nirxandinan dikin û berdewam kir:

“Li gorî agahiyên destpêkê hinek leşker û karmendên me birîndar bûne.”

Divê were gotin, koma ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dike çend caran êrişî wê baregehê kiriye lê heta niha kesî ev êrişa dawiyê nexistiye stûyê xwe.

Li gorî amarên ku Amerîkayê belav kirine, komên çekdar ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve herî kêm 150 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê kiriye.

Amerîka jî gelek caran baregehên grûpên çekdar ên li Sûriye û Îraqê bombebaran dike.

Amerîkayê 30ê Tîrmeha 2024an jî li parêzgeha Babilê ya Îraqê 4 çekdarên Heşdî Şebiyê kuştin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst