Hewlêr (Rûdaw) – Tenê 3 rojan piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê, Almanyayê ragihand ku dê bûdceya xwe ya leşkerî zêde bike. Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz wê demê ragihand, guhertin wê yekê dixwazin ku em çavekî li budceya xwe ya serbazî bigerînin.
Mijara zêdekirina bûdceya leşkerî niha di nav parlamentoya Almanyayê de tê nîqaşkirin.
Endamên Parlamentoyê bi amadebûna berpirsên bilind ên hikûmetê nîqaşê li ser bûdceya serbazî ya welêt dikin.
Piştî ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de êrîşa li dijî Ukraynayê dest pê kir, 3 rojan piştî êrîşî wate di 27ê Sibatê de hikûmeta Almanyayê ragihand, ew dê bi awayekî bilez bûdceya xwe ya leşkerî zêde bikin.
Wezîra Berevaniya Almanyayê, Christine Lambrecht di civîna parlamentoya welatê xwe Bundestagê de ragihand, "Nabe êdî kêmasî hebin, nabe kêmasî di kelûpelên taybet ên serbazî de hebin. Nabe kêmasî di dabînkirina berçavkên şevê de hebin. Ew hemû rabirdû bûn."
Artêşa Almanyayê li ser asta cîhanê di rêza 16an de ye û 184 hezar serbazên wê hene.
Bûdceya salane ya Artêşa Almanyayê 50 milyar dolar e ku dike %1.53ê temamê dahata salane ya wî welatî.
Armanca biryara nû ya hikûmetê jî bi vî awayî ye, salane 78 milyar dolar bo xizmetên serbazî ku zêdetir ji %2ê dahata wî welatî pêk tê, xerc bike. Di heman demê de, ji bilî vê tenê di sala 2022 de 113 milyar dolaran bo rêkxistina Artêşa Almanyayê veqetîne.
Wezîra Derve ya wî welatî jî di civîna parlamentoyê de amade bû û behsa girîngiya biryara zêdekirina bûdceya serbazî ya Almanyayê kir.
Annalena Baerbock got, "Li gor min em di demeke dîrokî de ne, ne ku tenê biryara xerckirina 100 milyar euro didin bo artêşê, belkî ji ber wêya ku ji niha ve her demeke ku pêwîstiya Ewropayê pê hebe Almanya amade ye."
Biryara zêdekirina bûdceya serbazî ya Almanyayê piştî wêya hat, ku roja 27ê Sibata îsal wate tenê sê rojan piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Rawêjkarê Almanyayê got; guhertin wêya dixwazin ku çavekî li budceya serbazî bigerînin.
Li gor rapirsiya dawî ya malpera Snap Pols, %78ê beşdarbûyên rapirsiyê ji zêdekirina bûdceya artêşa welatê xwe kêfxweş in.


