Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar, rîspî û rewşenbîrê Kurd Kinyazê Hemîdê Fetî di hilbijartinên Ermenistanê de careke din hat hilbijartin û çû Parlamentoya Ermenîstanê.
Hilbijartinên Ermenistanê 7ê Hezîrana 2026an hatin kirin.
Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Nîkol Paşînyan ji sedî 49,8ê dengan stand û bû partiya yekem.
Li gorî vê rêjeyê, Paşînyan dikare bi tenê hikûmeta nû ava bike.
Tifaqa Ermenîstana Xurt ji sedî 23,2yê dengan stand û bû partiya duyem.
Partiya Tifaqa Ermenistanê jî ji sedî 9,9ê dengan stand û bû partiya sêyem.
Li gorî encamên nefermî, rîspî û siyasetmedarê Kurd Kinyazê Hemîd cara çarem bû endamê Parlamentoya Ermenîstanê.
Kinyazê Hemîd vê carê ji partiya desthilatdar a Paşînyan bû parlamenter.
Berê jî Kinyazê Hemîd 3 caran ji partiyên desthilatdar hatibû hilbijartin.
Ew salên 2017, 2018 û 2021ê jî çûbû parlamentoyê.
Divî were gotin ku piştî hilbijartinên 2017an, di nav salekê de hilbijartinên pêşwext çêbûn.
Kinyazê Hemîd sala 2018an dîsa hat hilbijartin.
Parlamenterê Kurd ji sala 2021ê heta hilbijartinên 7ê Hezîrana 2026an 5 salan wekî parlamenter ma.
30 sal in Serokê Kurdên Ermenîstanê ye
Kinyazê Hemîdê 81 salî li seranserê Ermenistanê Kurdekî navdar e.
Ew ne tenê di nav civaka Kurdên Ermenistanê de, di nav civaka Ermeniyan de jî mirovekî naskirî û hezkirî ye.
Kinyazê Hemîdê Fetî 17ê Kanûna Paşîn a 1945an li gundekî Kurdan ê bi navê Devexerabeyê hatiye dinyayê.
Gund ser bi navçeya Abovyanê ve ye. Ev navçe dikeve rexê Yêrêvana paytext.
Bav û kalên Kinyazê Hemîd piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926an ji Wanê derketin.
Ew li gel 4 hezar malbatên Kurdan derbasî wî aliyê Çemê Erezê bûn û li Ermenîstanê bi cih bûn.
Ew bi xwe ji eşîra Birûkiyan in.
Kinyazê Hemîdê Fetî ji sala 2007an ve Serokatiya Şêwra Kurdên Ermenistanê dike.
Berê li Ermenîstanê Kurdên Misilman gelek bûn.
Lê piştî rûxina Sovyetan û Şerê Qerebaxê, Kurdên Misilman ji Ermenîstanê derketin.
Ew çûn Asyaya Navîn, Qazaxistan, Qirgizistan, Azerbeycan û Rûsyayê.
Niha bi malbata Kinyazê Hemîd re li Ermenistanê tenê çend malbatên Misilman mane.
Kurdên din ên mayî hemû Êzidî ne û qedir û qîmeteke mezin didin Kinyazê Hemîd.
Jixwe ew 30 sal in Serokatiya Kurdên Ermenistanê dike û ev cara çarem e tê hilbijartin.
Kinyazê Hemîd kî ye?
Kinyazê Hemîd sala 1952yan li navçeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn dibistana navîn temam kir.
Wî sala 1962yan dest bi kar kir. Ew pêşî bû mamosteyê zimanê Ermenî û paşê jî bû midûrê dibistanê.
Wî sala 1964an dest bi Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Çandiniyê ya Dewletê ya Ermenistanê kir.
Ji ber serkeftina xwe ya di xwendinê de bû Serokê Rêxistina Komsomolê ya Zanîngehê.
Wî li zanîngehê medalyaya asta bilind a Lenîn stend û sala 1978an zanîngeh bi serkeftin xelas kir.
Kinyazê Hemîd, sala 1965an derbasî Enstîtuya Marksîzm-Lenînîzmê bû û sala 1967an xwendina xwe temam kir.
Nav û dengê wî li derdora Abovyanê zêde bû.
Wî sala 1969an li Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê dest bi xwendinê kir û sala 1974an xelas kir.
Kinyazê Hemîd û xanima wî Tamîlayê xwediyê kurek û keçekê ne.
Keça wan kesayetiya naskirî Narîn Nadîrova ye. Kurê wan Hemîd jî li Krasnodara Rûsyayê dijî.
Gelek nevî û nevîçirkên Kinyazê Hemîdê Fetî û Meta Tamîlayê hene.



