Partiya çepgir a Danîmarkayê piştgiriya aborî dide PYDê

05-10-2014
Deniz Serinci
A+ A-

Kopenhag (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, roja îniyê (3ê mehê) 155,500 kron ($26,350) di Parlamentoya Danîmarkayê de wergirt. Lîsta Yekîtiyê ya Partiya Çepgir a Danîmarkayê jî (Enhedslisten) çekekê bi qasî 53,500 kron ($9,000) da Mislim. Herwiha rêxistinên Kurd li Danîmarkayê 102,000 kroner ($17,290) da PYDê.

Endamê Parlamentoya Danîmarkayê, Nikolaj Villumsen li ser Lîsta Yekîtiyê, ji Rûdawê re li ser dayîna hevkariyên darayî bo PYDê wiha got."Wekî Ewropa divê em piştgiriya Kurdên Sûriyê bikin. Rewşa wan cidî ye û bilez sîleh lazim e, eger karibin Dewleta Îslamî (DAIŞ) rawestînin. Ji ber vê yekê em bêşert pere didin wan. Tibabekî sembolîk e lê armanca me ew ku Ewropa werin hawara Kurdên Sûriyê."

Li gorî wî parlamenterê Danîmarkî, şaxên cuda yên Lîsta Yekîtiyê di çend rojan de pere kom kirin.

Salih Mislim, di civîna çapemeniyê de di parlamentoyê de, kêfxweşiya xwe li hember alîkariyên darayî yên ku partî û rêxistinên Danîmarkî dane wî nîşan da û wiha axivî: "Bo me girîngtirîn tişt pere nîne. Girîngtirîn tişt naskirin û piştgiriya we – hevalên me yên Danîmarkî - ye."

Mislim herwiha got ku “rayedarên Kobanî wê biryar bidin pere kuda biçin.”

Hevserokê PYDê di civînê de rexneya ”bêdengiya civata navnetewî” kir û wiha got: ”Ev du sal in me kar kir ku civata navnetewî dengê me bibihîze. Lê heta hatina DAIŞê li Mûsilê çavê xwe venekir.”

Piştgiriya Danîmarkayê bû sedema nakokiyekê di parlamentoya vî welatî de. Endamê parlamentoyê li ser lîsta Partiya Gel a Danîmarkî, Soren Espersen, rexneya Lîsta Yekîtiyê kir û got, piştgiriya wan belkî bêqanûn e ji ber ku PYDê wek beşek ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ye ew jî di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de ye.

Soren Espersen ji Rûdawê re wiha axivî: "Divê partiyeke Danîmarkî pere û piştgirî nede partiyeke biyanî. Nabe kes bi awayekî yekser yan neyekser ji bo komên ku di lîsteya terorê de de re, pere kom bikin. Em bi xwe gellek alikarî û çek didin Kurdên Iraqê. Artêşa wan naskirî û rewa ye. Lê eger em pere dişînin ji Kurdên Sûriyê re em baş nizanin ew kî ne.”

Nûnerê lîsta Yeîtiyê Pelle Dragsted, rexne qebûl nekir û got ku "pere dê biçe PYDê re nek PKKê re”. Dragsted her wiha anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku pere dê bikeve destê PYDê nek aliyên xelet.

Herwiha wî bawer kir ku PYDê di “eniya şer de mezintirîn têkoşîn dide” û ji ber vê yekê lazim e Ewropa piştgiriya wê partiya Rojavayî bike û wiha anî ziman: "Kurd, Mesihî, Ereb li bakurê Sûriyê demeke dirêj e dibin qurbanên êrişên DAIŞê. Divê em piştevanê wan bin”.

Li gorî Lîsta Yekîtiyê, divê PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin. Ev partiya Danîmarkî dibêje cihgirtina PKKê di lîsteyê de rê li ber çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd digire. Sala bihorî pêvajoya aştiyê navbera Tirkiye û PKKê destpêkir.

Wî parlamenterê Danîmarkî wiha axivî: ”Cihgirtina PKKê di lîsteya terorê de bêwate ye, ji ber ku Tirkiye bi xwe bi PKKê re hevdîtinan pêk tine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst