Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tebax Guherîna Avhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala duyemîn e ku li pey hev, meha tebaxê bû meha herî germ a ku heta niha hatiye tomarkirin.

Ajansa Avhewayê ya Ewropayê ragihand ku tebaxa îsal meha herî germ a di dîrokê de bûye ku bi germahiya navînî 16,82 pile bûye.

Li gorî ajansê, bilindbûna pileya germahiyê ji ber bandora guherîna avhewayê ye ku hejmara rojên germ zêde bûye.

Hat diyarkirin ku Awistralya, Japonya, Çîn û Norweçê meha tebaxê ya herî germ bi rê kir.

Ajansên avhewayê pêşbînî dikir, ji dema ku cara yekem germahî hatiye tomarkirin ve ku vedigere sedsala 19an îsal bibe sala herî germ.

Li gorî ajansên avhewayê yên Amerîka û Ewropayê, sala borî sala herî germ a li ser rûyê erdê bûye lê pisporên hewayê diyar kir ku di destpêka vê mehê de germahiya navîn li gorî sala borî 1,48 pileyan zêdetir bûye.

Ajansa Avhewayê ya Ewropayê diyar kir ku Ewropa cihê ku herî zêde bandora guherîna avhewayê lê dike ye, li piraniya welatan germahî zêde dibe û hişkesalî û şewatên daristanan zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dema hewl tê dayîn ku koçber bên rizgarkirin / Wêne: Ji ber dîmenan

Li Deryaya Spî 21 koçber winda bûn

Gelek caran ji ber ku gelek koçber li kelek, belem an keştiyeke biçûk tên siwarkirin hêviyên wan nîvco dimînin û termên wan di deryayan de dibin para ajelên deryayî û lawiran