Bangladeş li nav hev ket: Serokwezîrê îstifa kir û reviya

05-08-2024
Nîşan Bangladeş Şêx Hesîna Serowezîr Rev Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîra Bangladeşê Şêx Hesînayê îstifa kir û bi helîkopterê reviya Hindistanê.

Li Bangladeşê piştî kontenjana xizmên kesên ku beşdarî şerê serxwebûnê yê Bangladeşê bûne diyar bû, protesto û çalakiyan dest pê kir.

Protestoyan 15ê Tîrmehê dest pê kir û li gorî amarên fermî 147 kes hatine kuştin û derdora 10 hezar kesan hatine desteserkirin.

Lê medyaya cihî ya Bangladeşê dide zanîn ku herî kêm 200 kes hatine kuştin.

Wezareta Karên Navxwe jî qedexeya derketinê ragihand lê ev jî nabû çare û welat aram nebû.

Bi hezaran kesan bi ser qesra Serokwezîra Bangladeşê Şêx Hesînayê de girt.

Şêx Hesînayê piştî vê rûdanê dev ji karê xwe berda û bi helîkopterê reviya Hindistanê.

Li hêla din protestoyên ku li Bangladaşê dest pê kiribû, bi navê “Meşa Deqayê” berdewam dikin.

Rojnameya Prothom Aloyê diyar kir ku li seranserê welat gelek xwendekar beşdarî protestoyan dibin.

Polîs bi tundî midaxeleyî protestoyan dikin û medyaya Bangladeşê behsa zêdetir ji 200 kuştiyî dike.

Hikûmetê înternet girtibû û Facebook û WhatsApp jî asteng kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst