Fukuyama ji Rûdawê re: Divê li Kurdistanê dewleta we bi xwe hebe

05-07-2023
Diyar Kurde
Fukuyama ji Rûdawê re: Divê li Kurdistanê dewleta we bi xwe hebe
Fukuyama ji Rûdawê re: Divê li Kurdistanê dewleta we bi xwe hebe
Nîşan Francis Fukuyama Kurdistan Gendelî
A+ A-

Rewşenbîrê navdar ê Amerîkî Francis Fukuyama ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li herêmeke wek Kurdistanê divê navendên wek Desteyên Destpakiyê bên bihêzkirin û siyasetmedar desthilateke temam bidine wan ne ku destêwerdanê di karûbarên wan de bikin, bi vî awayî dikarin şerê gendeliyê bikin. Fukuyama her wiha anî ziman, “Divê li Kurdistanê dewleta we bi xwe hebe.”

Siyasetmedar û nivîskarê Amerîkî Francis Fukuyama di konferanseke li Washingtonê ya li ser vegerandina baweriya gel û têkoşîna li dijî gendeliyê de ji Rûdawê re axivî. Ew di wê baweriyê de ye ku yek ji rêyên herî bi bandor ji bo rûbirûbûna gendeliyê li Kurdistanê ew e ku “dewleta we bi xwe li Kurdistanê hebe” û ji hebûna dewletê jî mebest xelk e, “Kesên zana û jêhatî ku em jê re dibêjin şiyana dewletê, divê ew kes ne beşek ji partiyên Kurdistanê bin, divê kesên teknokrat bin û li gorî zîrektî û şiyanên xwe bên wergirtin. Divê zanyariya wan hebe ku çawa bikaribin saziyeke dewletê bi awayekî bi bandor birêve bibin.”

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Francis Fukuyama re:

Rûdaw: Gelek spas ji bo ku tu bi me re yî, pirsa min ew e ku herêmeke wek Herêma Kurdistanê di nav dewleta Iraqê de çawa dikare şerê gendeliyê bike ku tu jî dizanî gendeliye gihîştiye her derê wê?

Francis Fukuyama: Bi ya min yek ji rêyên herî bi bandor ew e ku dewleteke we bi xwe li Kurdistanê hebe, bi dewlet mebesta min xelk e, kesên zana û jêhatî ku em jê re dibêjin şiyana dewletê, divê ew kes ne beşek ji partiyên Kurdistanê bin, divê kesên teknokrat bin û li gorî zîrektî û şiyanên xwe bên wergirtin. Divê zanyariya wan hebe ku çawa bikaribin saziyeke dewletê bi awayekî bi bandor birêve bibin ku ew şûna wan kesan digirin, siyasetmedar kesên nêzîkî xwe datînin. Ev jî li wan cihên Kurdistanê hene.”

Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê Desteya Destpakiyê heye lê bi dîtina we ew bes e ku li herêmeke wek Herêma Kurdistanê şerê gendeliyê pê were kirin?

Francis Fukuyama: Ev girêdayî siyasetmedaran e, hûn dikarin xwedî desteyekê bin lê eger hêza wê ya rast tune be ku xelk hesab jê bipirse, deste dê pir bi bandor nebe. Gelek caran siyasetmedarên li ser desthilatdariyê naxwazin ku desteyên bi vî rengî bibin xwedî hêz, ji ber vê yekê hêza dadweriyê nadin wan û divê hûn biçin dozgeriyê dibe ku ew jî dostên siyasetmedaran bin û ev jî wisa bike cezayake sivik yan jî tiştekî bi vî awayî bidine wan. Ji ber vê yekê ev jî vedigere ser ew hevsengiya siyasî ya ku di nav welêt de heye.

Rûdaw: Rêya herî baş ji bo rûbirûbûna gendeliyê çi ye, ji jêr ber bi jor yan jî ji jor ber bi jêr ve dest pê bikin baş e, herêm û welatên weke Iraqê çawa dikarin li dijî gendeliyê şer bikin û ji holê rakin?

Francis Fukuyama: Ez dibîjim ku divê ji her du aliyan ve bê destpêkirin, ji jêr dest pê bikî dibe ku hin kesên ku ji gendeliyê bêzar in hebin û her wiha li serê jî serkirdayetiyeke te hebe ji bo vê bêzariyê û dema ku ev her du hev digirin, wê demê dê bi bandor be.

Rûdaw: Ez bawer im haya we ji rewşa niha ya Iraqê heye, grûp û aliyên cuda hene, hinek ji wan di bin bandora welatên din de ne, hûn çiqasî geşbîn in bi şerê gendeliyê yê li dewleta federal a Iraqê?

Francis Fukuyama: Bi baweriya min pêşketineke baş di vî warî de nîne û bê kirin, ji ber ku hinek aliyên siyasî li Iraqê desthilatê didin hinek grûpên ku çawa dixwazin gendeliyê bikin lê ez bawer nakim ku li Kurdistanê pêwîstiya we bi wê hebe ku girîngiyê bidine ser vê, divê hûn girîngiyê bidine saziyên xwe û şiyanên rêvebirina we bi xwe hebe.

Rûdaw: Hûn çiqasî piştevaniya gelê Herêma Kurdistanê dikin ji bo şerê li dijî gendeliyê ku rola wa hebe û beşdariya konferansên navdewletî yên weke vê konferansê û li deverên din bibin?

Francis Fukuyama: Bi dîtina min gelekî girîng e, wek ku dizanî Kurdistan ne xwedî dewleta xwe ye lê girîng e ku kesên we hene di Rêxistina Banka Cîhanî de, bi baweriya min ew dê gelekî alîkariya we bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst