Pentagon: Li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene

04-09-2024
Diyar Kurde
Diyar Kurde û Patrick S. Ryder / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Diyar Kurde û Patrick S. Ryder / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pentagon Patrick S. Ryder Îraq Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê (Pentagon) Patrick S. Ryder ragihand ku li Sûriyeyê li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Li Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene”

Patrick S. Ryder diyar kir ku metirsiya DAIŞê berdewam dike û got:

“Li gorî min, divê çavên me li ser DAIŞê bin û em piştrast bin ku venagere wê asta 2014an.

Hêzên ewlehiyên yên Îraqê ji bo diyarkirina gefên DAIŞê karekî gelekî baş kir.

Li cihekî wekî Sûriyeyê 9 hezar girtiyên DAIŞî hene û divê ev wekî mijareke girîng were nirxandin.

Em dê ji bo diyarkirina van gefan bi hevbeşên xwe yên Îraqî û yên din re xebatên xwe bidomînin.”

Berdevkê Pentagonê diyar kir ku “rola Amerîkayê ya li Îraqê neguheriye” û li pey çû:

“Amerîka li cîhanê bi hevbeş û hevkarên xwe re dixebite, eger li ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê û hevbeşên me metirsiyek hebe em dê bi hev re nirxandinan bikin da ku ew metirsî werin nirxandin.”

Divê were gotin ku li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene û hinek aliyên Îraqî dixwazin Amerîka ji axa wan derkeve.

Li hêla din, CENTCOMê jî doh ragihand ku li zêdetir ji 20 girtîgehên HSDyê herî kêm 9 hezar DAIŞî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst