Şîrketên teknîkî yên qerase û dezgehên medyayê yên mezin ber bi avakirina baregeh û ofîsên pirr nû diçin û dîzaynên teze bikar tînin. Li gorî rêzkirina akademî ya mîmarî, ev dîzayn qonaxa postmodernîzmê jî li pey xwe dihêlin. Dîzayna van avahiyên nû bi awayekî tê pêşniyarkirin ku bi şêweya karê van şîrketan re li hev bike, herwiha li gorî pêşketina wan a teknîkî û serketinên wan ên aborî be.
Şîrketa Facebookê dê baregeheke nû ava bike, lewma mîmarê navdar Frank Gehry bi amadekirina plan û nexşeyên avakirinê erkdar kir. Niha nîqaş û gengeşeyên berfireh li ser şêwe û valahiyên vê avahiyê tên kirin. Wek em di wêne de jî dibînin, rêveberê cîbicîker yê şîrketa Facebookê Mark Zuckerberg gengeşeyê bi Frank Gehry re dike li ser hin kitûmit û hurdekariyên avahiyê, li gorî nimûneya biçûk a avahiyê ango modela wê.
Ofîsa nû ya Facebookê
Xwediyê Facebookê û mînarê ofîsa Facebookê
Şîrketa Amazonê ji aliyê xwe ve biryar da çend ofîsan bi şêweya gokên belûr (kirîstal) ên qerase ava bike. Heçî şîrketa Googleê ye, ew jî ji hevrikiyê re amade ye û dixwaze hin ofîsên berçav ava bike. Herwiha şîrketên Apple û Samsungê jî ji hevrikiyê re amade ne.
Şepola nû ku mîna şoreşekê ye di warê avakirina ofîs de, şîrketên elektronî û yên teknîk û hevpeywendîkirinê yên mezin li pey xwe hîştiye û êdî gihîştiye şîrket û kompaniyên ragihandin û medyayê.
Dezgeha BBC li avahiya xwe ya nû “The BBC`s new Broadcasting House”, hinek ofîsên vekirî hilberand. Navenda sereke ya nûçeyan “News Room”, cihekî baş ji karkirina 460 karmend û rojnamevanan re misoger dike.
Dirêjî, bilindahî û firehiya van ofîsên vekirî li gorî raman û teoriyên nû yên kar hatine avakirin. Felsefeya wan a mîmarî ew e ku, “Berê karmend çiqasî bêhtir li pişt maseya xwe bima, dihat bawerkirin ku berhema wî zêdetir e, lê niha ev wek pîvan nayê girtin...”
Tew, carina derketin û meşa dirêj bo vexwarina qehweyekê di dema kar de, ji vexwarina wê li ser maseya kar baştir e. Bandora bêhnvedana kurt li ser zêdebûna berhemê pirr erênî ye û kartêkirineke baş jî li ser berhem û dahata giştî ya kar dike. Tevger zihniyeta mirov çalak dike û mirov vedijîne û nû dike. Dîzayner û rêveberên îdarî yên nû navê vê proseyê dikin: “Aliyê civakî yê ofîsan.”
Li hêleke din jî, alîgirên vê nerînê dibînin ku karê hevbeş û kolektîf û nêzîkbûna karmendan ji hevdu dibe sedemê peydabûna şadî û xweşiyê. Lewma dîzaynkirina baregehên nû yên kar baştir dibîne ofîs û cihên xizmetguzariyê wek xwaringeh û kafeterya li tenişta hev bin. Di navbera wan de korîdorên meş an seyranê hebin, herwiha bexçe û şînkatî hebe. Lê ofîsên rêveberan li ser keviya wan be, da pêwendiyeke rasterast di navbera rêveber û hemû karmendan de hebe û ferqa pileya kar ji holê bê rakirin.
Felsefeya nû ya kar pêwist dibîne asman an jîngehên vekirî û mezin bi ronahiyeke baş hebin ku, hejmareke zêde ya karmendan bi kêferat û tevgera xwe di wan de kom bibin. Ev felsefe ofîsên kar bi awayekî balkêş dîzayn dike. Ofîsên pirr mezin ava dike, çimkî êdî aramî û bêdengî nayê qebûlkirin û mana li pişt maseya ofîsê bêkêr e. Li gorî vê felsefeyê, divê karmend bikare bi azadî tevbigere û rahêje alavên biçûk, nemaze kompûter û wan bi xwe re bigerîne û bibe deverên cuda cuda.
Mîmarîst Nicola Gillen diyar dike ku divê ofîsên şîrketên teknîk û pêwendî û medyayê li gorî dîzaynên nû û balkêş bên avakirin. Çimkî ew ji bo nifşekî nû ku di salên şêstî heta heştêyî yên sedsala borî de jidayik bûne, tên avakirin. Ev nifş `nifşê dijital` e û pêwistiya wî bi jîngeheke nû û cuda ya kar heye, nexasim ofîsên nerm û livbar.
Li gorî hin hizr û baweriyên din, teknolojiya nû şêweyên nû û cihê ji yên berê dide pêş. Lewma pêwist e cihê kar cuda be, wek vegera li navenda bajaran an rakirina dorpêça avahiyan. Hin ramanên din diyar dikin ku libin an acûr bi kêrî ofîsên kar yên klasîk dihat. Lê madeyên nûjen ku di çêkirina bernameyên kompûteran de tên bikaranîn, bi kêrî baregeh û ofîsên karê teknîkî yên nû tên.
Di çend salên borî de, sektora teknolojiya hin ofîs peyda kir ku bi kêrî jîngeha bernameyên kompûterê tên. Ofîsên kevn li gorî pîşesaziya klasîk dihatin çêkirin. Lewma tê pêşbînîkirin ku nifşê nû yê karmendan jîngeheke nûjen û cuda ya kar biafirîne ku girêdayî şert û mercên nû yên kar û pêşketina amûr û alavên kar be.
Civakên ku qonaxa pîşesazî li pey xwe hîştine, rastî guherînên mezin tên. Nifşê nû ku li ser çand û teknîka dijital mezin bûye, êdî nikare di hundirê ofîsên kar yên klasîk û girtî de bitebite.
Rast e, hizrên ku li ser ofîsên livbar an nerm (flexible office) hatine pêşkêşkirin vedigerin sedsala borî, bi taybetî jî li devera Skandinavyayê peyda bûn. Lê ev hizr û raman niha ber bi cîbicîkirinê diçin.
Wisa diyar e ku civaka rojava piştî ku ji îzolebûna civakî têr bû û xweşiyeke mezin jê dît, bi nêt e îro roj pêwendî û torên civakî heta jê bê berfireh bike, nexasim girseyên mezin li cihên kar bide komkirin. Ev fenomen jî bêhtir karmendên dijital û nifşê dijital li xwe digre!
Ofîsa şîrketa Amazon
Ofîsa şîrketa Apple
Ofîsa şîrketa Samsungê



