Li Fransayê êrişî komeleyeke Kurdî kirin

04-04-2021
RÛDAW
Nîşan Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê CDK-F Fransa Kurd Gurên Boz Nijadperest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Lyon ê Fransayê di encama êrişekê de li ser komeleyeke Kurdî, 4 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Şemiyê, 03/04/2021, Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) a li bajarê Lyonê rastî êrişekê hat.

Polîsê Lyonê ragihand, êriş derdora demjimêr 14.30an pêk hat û “bi kêmanî 10 kes ketin komeleyeke Kurdî ya li 7emîn herêma Lyonê. Ziyaneke zêde ya maddî û 4 birîndar hene.”

Li gor zanyariyên şahidhalên bûyerê, ew kesên êrişkar ku temenên wan di navbera 35-40 de bû, bêyî ku hêzên polîs bigihijin cihê bûyerê, reviyan.

CDK-Fê jî di daxuyaniyeke nivîskî de ji bo parastina ewlekariya komeleyên Kurdî yên li Fransayê bang li hikûmeta Fransayê kir û got, “`Gurên Boz` bi darên Beyzbol û kêran, êrişî komeleya me ya li Lyonê kirin. Em bang li Wezareta Navxwe dikin ji bo parastina komeleyên endamên tora me û parastina civaka Kurdî, demildest rêkarên pêwîst werbigire.”

Ev yek di demekê de ye ku grûpa bi navê `Gurên Boz` a nijadperest a Tirk, piştî bûyerên li gel diyasporaya Ermenî, mijdara sala derbasbûyî, ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin ve hatibû qedexekirin.

Tirkiyê jî li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşanê hikûmeta Fransayê dabû û îddîa kiribû ku grûpeke bi navê `Gurên Boz`nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst