Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li Washington DCyê ragihand ku Tehran di nav qeyraneke kûr a darayî de ye û polîs û leşkerên wê nikarin meaşên xwe wergirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di vê demê de dema pêwîst di destê Washingtonê de heye û wan mesrefa şer jî li cihekî din tezmîn kiriye.
Donald Trump roja înê di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser rewşa Tehranê û gotûbêjan got:
"Ew dixwazin gotûbêjan bikin û li ser vê yekê berdewam in lê nikarin meaşê leşkerên xwe bidin.
Nikarin meaşê polîsên xwe bidin û di nav pirsgirêkeke gelekî cidî de ne."
Serokê Amerîkayê da zanîn ku rûbirûbûna wan a bi Îranê re "şerekî asayî nîne" û leza Washingtonê ji bo vê mijarê nîne.
Trump li ser dema mayîna wan got:
"Ev 7 meh in em li wir in û bi awayekî rêjeyî pereyekî gelekî kêm xerc dikin."
Trump her wiha bersiva wan rexneyan da ku tê gotin operasyonên leşkerî bûne sedema lêçûneke mezin li ser welatiyên Amerîkayê û wiha axivî:
"Me çi qas pere li Îranê xerc kiribe, ji ber tiştên ku me li Venezuelayê kirin, me ew pere zêde zêde û bi qasî 10 qatan tezmîn kir."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev xercî ji bo jiholêrakirina metirsiya çekên nukleer hatiye kirin û ev armanc jî bi dest ketiye.
Li gorî rayedarên Amerîkî yên ku ji medyaya welatê xwe re axivîne, Washingtonê di vî şerî de 47,1 milyar dolar xerc kiriye.
Artêşa Amerîkayê 3yê Kanûna Paşîn li Venezuelayê operasyonek li dar xist û Serokê wî welatî Nicolas Maduro desteser kir.
Piştî wê li wî welatî hikûmeteke nû hat avakirin ku pêwendiyên wê bi Washingtonê re baş in.
Ji wê demê ve şirketên Amerîkayê di warên cuda de, di nav de sektora enerjiyê jî heye, bi Venezuelayê re gelek peymanên bazirganiyê îmze kirin û li wî welatî xebatên xwe didomînin.



