Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya bajarên mezin ên Îtalyayê bi hezaran xwendekar, karker, mamoste û malnişîn daketin kolanan.
Xwenîşandan di bin çavdêriyeke tund a ewlehiyê de ji bo rêlibergirtina pevçûnan pêk hatin.
Xwenîşander dixwazin lêçûna jiyanê bê kêmkirin, budceya perwerdeyê were zêdekirin û siyaseta çekdarkirinê were rawestandin.
Xwenîşandana seranserî ya roja îniyê piştî grev û çalakiya vedana konan a xwendekaran a çend hefteyan a li zanîngeh û dibistanan hat.
Ev tevger bi greva giştî ya Sendîkaya Karkerên Îtalyayê re bû yek.
Şofêrên barhilgiran, şofêrên taksiyan û cotkar jî tev li xwenîşandanan bûn.
Wan jî hefteyên dawî ji ber bilindbûna bihayê sotemeniyê û xerciyên leşkerî nerazîbûna xwe nîşan dabû.
Li Romaya paytext bi hezaran kes di ber şûnwara dîrokî ya Kolosiyumê û Wezareta Aboriyê re derbas bûn.
Di xwenîşandanê de dûrişmên wekî "Em xaniyan dixwazin, ne bombeyan" hatin gotin û alayên Filistînê hatin hildan.
Xwendekara zanîngehê Beatrice Cileliyê rewşa ciwanan wekî "kujer" bi nav kir.
Beatrice Cileliyê da zanîn ku tenê kirêya odeyeke xwendekaran a li Romayê mehane digihêje hezar û 200 euroyan û vê yekê barekî giran xistiye ser milê malbatan.
Li bajarên Mîlano, Bologna, Cenova, Napolî û Torînoyê jî meş bi rê ve çûn.
Li Torînoyê di destpêka nerazîbûnê de di navbera xwenîşanderan û polîsan de alozî derket.
Hikûmeta Giorgia Meloniyê ji bo rêlibergirtina ducarebûna pevçûn û talanên du hefteyên borî yên li Mîlanoyê, yasayên kombûnên giştî tundtir kirine û rêkarên desteserkirina ciwanan hêsantir kirine.
Pakêta alîkariyê ya hikûmeta Meloniyê
Li hemberî van nerazîbûnan, hikûmeta Meloniyê hefteya borî pakêteke alîkariyê ya bi bihayê 175 milyon euroyî ji bo şofêr û cotkaran pesend kir da ku bandora bihabûna sotemeniyê kêm bike.
Her wiha di reşnivîsa budceya sala 2027an de ji bo wan karkerên di bin 30 salî re ne, salane 2 hezar û 500 euro xelat diyar kiriye.
Meloniyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev alîkarî ji bo wan ciwanan in ên ku hest dikin dewlet ji wan bêagah e, "ne ji bo wan kesên ku şûşeyên dikanan dişikînin."
Sedemên nerazîbûnan çi ne?
Ev pêla nerazîbûnê di demekê de derketiye holê ku Îtalya di bin zexteke giran a enflasyonê û zêdebûna berbiçav a bihayê enerjî û xwirekan de ye.
Têkildarbûna welatên Ewropayê bi aloziyên navneteweyî û şerê Îranê re rasterast bihayê sotemeniyê bilind kiriye.
Di heman demê de xwendekar li bajarên mezin ên wekî Roma û Mîlanoyê rûbirûyî krîza kêmbûna xaniyan û bilindbûna zêde ya kirêya mehane bûne.
Vê yekê wisa kiriye ku tevgerên xwendekaran di mehên borî de bi vedana konan li nava zanîngehan dest bi grevê bikin.
Li aliyê din, hêrsa xwenîşanderan bi taybetî li dijî siyaseta derve û bernameya parastinê ya kabîneya Giorgia Meloniyê ye.
Xwenîşander dibêjin, hikûmet li şûna ku bacan kêm bike û budceyeke guncav ji bo sektorên perwerde û tenduristiyê veqetîne, xerciyên leşkerî û hinardekirina çekan zêde kiriye.


