3 hezar û 600 mehkûmî firar kir

04-03-2024
Nîşan Haîtî Mehkûm Firar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Haîtiyê piştî ku çeteyan êrişî girtîgehê kir 3 hezar û 600 mehkûm reviyan.

Di dema vê êrişê de 12 mehkûman jî canê xwe ji dest da.

Bûyerê li Girtîgeha Bouquetsê ya li Porto-Prensa paytexta Haîtiyê rû da.

Çeteyan bi ser girtîgehê de girt û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûnan rû da.

Di dema vê biserdegirtinê de 3 hezar û 600 girtî reviyan û 12 girtî hatin kuştin.

Hikûmeta Haîtiyê da zanîn ku çeteyan berê sibehê bi ser girtîgehê de girtiye û reviyane.

Li hêla din, hat ragihandin ku di Girtîgeha Bouquetsê de 17 welatiyên Kolombiyayê jî hebûne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Haîtiyê, di bûyerên sê rojên dawiyê de 4 polîs hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Demên dawiyê ji bo îstifaya Serokwezirê Haîtiyê Ariel Henry gelek xwepêşandan tên kirin û di navbera xelkê û polîsan de pevçûnên dijwar diqewimin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst