'Em dê ji bo parastina mirovên xwe gavên pêwîst bavêjin'

03-02-2024
Sinan Tunçdemir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Êriş Îraq Sûriye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li Xezeyê sînor derbas kirin û li Rojhilata Navîn jî bû sedema aloziyan.

Ji roja yekem a şerê Xezeyê ve bi taybetî Herêma Kurdistanê, Sûriye û Îraqê ango li deverên ku baregehên hêzên Amerîkayê lê ne bûne armanca êrişên Îran û grûpên girêdayî wê.

Herî dawî jî Îranê, Herêma Kurdistanê, Pakîstan û Sûriye kirin armanc û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwiha hefteya borî jî grûpên ser bi Îranê ve li Urdunê 3 leşkerên Amerîkî kuştin.

Pentegon û Koşka Spî di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku ew dê di demeke guncaw de bersiva Îranê bidin.

Lewra dê bersiva êrişan çawa be cihê mereqê ye.

“Em dê ji bo parastina mirovên xwe gavên pêwîst bavêjin”

Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Robert  A. Wood der barê mijarê de got:

“Binêrin berî her tiştî em êrişên wiha şermezar dikin.

Ji bo parastinana mirovên xwe yên di baregehên me de cih digrin, em dê gavên pêwîst bavêjin.

Serok Biden jî ev zelal kir, em dê di dem, cih û şêweyeke ku em hez dikin de bersiva wan bidin.”

Peyama Amerîkayê bêgûman zelal e.

Her çiqasî şêweyê bersivê ne diyar jî be, gelo Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî Seroka Encûmena Asayîşê ya vê mehê Guyana û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê çi difikire?

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:

“Em ji ber van êrişên ku li Urdun, Sûrîye û Îraqê pêk tên gelekî bi fikar in.

Ev êrişane hemû belavbûna rîska şer zêde dikin û ev jî tiştek wisa ye ku em qet hez nakin bibînin.”

“Divê her kes ji bo cîhaneke bi ewle bixebite”

Nûnera Guyanayê û Seroka Encûmena Asayîşê ya vî mehê Carolyn Rodrigues Birkett jî got:

“Peyama min ji bo herkesî ev e ku divê em cîhanê biguherînin cihekî baştir, bi ewle ku ji bo hemû mirovên cîhanê bibe cîhaneke xweş.

Piştî ku Îranê li Hewlêrê 4 sivîl kuştin Îraqê got ku ew dê êrişên Îranê bibin Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî.

Lewra Serokê Encêmûna Asayîşê ya meha borî ya Fransayê got ku wan qet daxwaz ji Îraqê wernegirtine û ev jî bûbû sedema hin tevlihebûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst