Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku Rûsyayê pêşniyara agirbestê ya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêşkêşkirin red kiriye.
Rutte got ku, "Divê destûr neyê dayîn ku Rûsya axa Ukraynayê zêdetir dagir bike" û tekez kir ku divê dawî li şer were.
Di daxuyaniya xwe ya îro de Rutte amaje bi dewambûna şerê li Ukraynayê kir û got, "Çareseriya herî baş dê ew be ku Rûsya bi temamî ji Ukraynayê vekişe. Lê em dizanin ku ev yek pêk nayê."
"Tifaqa Amerîka û NATOyê dê xurt bimîne"
Rutte li ser hevkariya di navbera NATO û Amerîkayê de jî axivî û diyar kir ku hevpeymantî dê berdewam bike û got, "Girêdana di navbera Amerîka û NATOyê de temam û zelal e."
Di demekê de ku şerê Rûsya û Ukraynayê sala xwe ya sêyem li pişt xwe dihêle, hîn jî di navbera her du aliyan de ti bipêşketineke berbiçav a li ser agirbesteke mayînde tune ye.
Trump û Putin axivîn
18ê Adara 2025an, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêwendiyeke telefonî ya 90 xulekî pêk anî.
Di pêwendiyê de Putin agirbesteke demkî ya 30 rojî qebûl kir ku tê de êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê werin rawestandin.
Rojek piştî pêwendiyê 372 dîlên şer di navbera Moskow û Kievê de hatin guhartin.
Kremlînê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Ev nîşana niyeta me ya baş e."
Lê belê tevî hewlên dîplomatîk, hîn jî ne diyar e ka dê şer kengî bi dawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse