Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora New York Timesê, Serokê Amerîkayê Donald Trump planên xwe yên ji bo "êrişeke berfireh" a li Îranê bi awayekî demkî rawestand.
Ev biryar piştî hişyariya fermandarên leşkerî ya li ser kêmbûna mûşekên Patriot û pergalên parastina asmanî yên li Rojhilata Navîn hat.
Rojnameya New York Timesê di raporekê de eşkere kir ku Trump piştî civîna roja înê ya "Jûra Operasyonên Hesas" ev biryar daye.
Trump bi endamên kabîneya xwe û şêwirmendên ewlehiya niştimanî re civiya û biryar da ku wê êrişa "berfireh" a ku berê gefa wê xwaribû, niha nede destpêkirin.
Sedema sereke ya vê bipaşvekişînê ew e ku "gurkirina şer dê bibe sedema xelasbûna mûşekên parastinê yên Amerîkayê yên li herêmê."
Li gorî raporê, Sererkanê Amerîkayê General Dan Caine bi dizî hişyarî daye Trump û diyar kiriye ku destpêkirina operasyoneke mezin a li dijî Tehranê dê bibe sedema valabûna metirsîdar a depoyên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ya ji mûşekên Patriotê.
Heta dawiya meha Nîsanê, Pentagonê di vî şerî de zêdetirî hezar û 200 mûşekên Patriotê bi kar anîn û mesrefê her mûşekekê 4 milyon dolar e.
Ev dilgiranî piştî wê yekê tên ku 17ê Tîrmehê, mûşekeke balîstîk a Îranê pergalên parastinê yên Amerîkayê yên li Urdinê derbas kirin û 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.
Fermandar ditirsin ku êrişeke mezin a li Îranê bibe sedema bertekeke tund a Tehranê û pergalên parastinê yên Amerîkayê nikaribin li ber xwe bidin.
Zextên aborî û diyalog
Berpirsê Pêwendiyan ê Koşka Spî Steven Cheung ji kanaleke Amerîkayê re ragihand ku Trump her tim vebijêrka dîplomasiyê tercîh dike lê wî hemû vebijêrkên din jî li ser maseyê hiştine.
Şêwirmendên Trump ku Jared Kushner jî di nav wan de heye pêşniyar kiriye ku li şûna şer, Amerîka zextên aborî û diyalogên demdirêj bidomîne.
Di warê aboriyê de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku Çînê mehên borî kirîna petrola xav a ji Îranê ji sedî 40 kêm kiriye û vê yekê dahata Tehranê bi awayekî berbiçav daxistiye.
Her wiha wezaretê ceza da 9 şirket û 4 kesan ku pêwendiya wan bi torên bazirganiyê yên sermayedarê Îranî Babek Zencanî re heye.
Trump li pêşberî hevkêşeyeke aloz e
Trump berê gefa lêdana baregehên atomî û cihên girîng ên wekî "Çiyayê Quling" xwaribû, niha ew li pêşberî hevkêşeyeke aloz e.
Yan divê ew diyalogên ku bi rêya Uman û Pakistanê bi rê ve diçin bidomîne, yan jî rîska şerekî giştî bigire ser xwe ku dibe depoyên wî yên çekan vala bike.
Niha agirbesteke ne aram heye, hêzên Amerîkayê piştî 13 şevan êrişa li Îranê rawestand.



